HPG: Gerîla Mahîr û Egîd li Zapê şehîd bûne

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûn, aşkera kir û got: “Hevrêyên me Mahîr û Egîd bûn mîlîtanên pêşeng ên gerîlatiya demê nû.”

HPG: Gerîla Mahîr û Egîd li Zapê şehîd bûne
30 îlon, 2023   07:49

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kir:

“1’ê Tebaxa 2023’an li Qada Berxwedanê Kurojahro ya girêdayî Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer hat kirin û piştre di bomberdûmana hatî kirin de hevrêyên me Mahîr û Egîd şehîd bûn.

Hevrêyên me Mahîr û Egîd bêyî ku ji xeta berxwedanê gavekê ber bi paş bavêjin bi fedayî şer kirin û bi layiqî pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî bi cih anîn. Hevrêyên me bi vê sekna xwe cihê xwe yê bi rûmet di dîroka me de girtin. Ji bo ku hesabê sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî gelê me pêk anîn bipirsin, her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas kirin ku derbeyan li dijmin bixin. Hevrêyên me Mahîr û Egîd bûn mîlîtanên pêşeng ên gerîlatiya demê nû.

Em di serî de ji malbatên xwe yên hêja ku lehengên mîna hevrê Mahîr û Egîd bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza tolhildana şehîdan dubare dikin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Mahîr Başkale

Nav û Paşnav: Denîz Ersû

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Safiye – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 1’ê Tebaxa 2023’an / Zap

Nasnav: Egîd Serdar

Nav û Paşnav: Diyar Mardînî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Navê Dayik – Bav: Şirîn – Lokman

Cih û dîroka şehadetê: 1’ê Tebaxa 2023’an / Zap