Li Îranê hezar û 700 kes hatine girtin

ji destpêka sala 2023’an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê Îranê ve hatine girtin.

Li Îranê hezar û 700 kes hatine girtin
30 îlon, 2023   08:01

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ji destpêka sala 2023’an heta niha hezar û 700 kes ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji hezar û 700 kesên hatine girtin 902 kes Kurd û 302 jî Beluc in.

Beriya niha  Nûnera Taybet a Mafê Mirovan ya  Îranê yên  Netewên Yekgirtî, raporek di  derbarê binpêkirinên mafên mirovan ku piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” li Îranê  qetilkirina Jîna Emînî ku  ji aliyê “polîsên exlaqî” ve dest pê kiribû, belav kiribû.

Di raporê de hat destnîşankirin ku zêdetirî nîvê kesên ku rastî binpêkirina mafên mirovan hatine welatiyên Kurd û Beluc in, li Îranê bi taybetî li başûrê Azerbaycana rojava û bajarên Rojhilatê Kurdistanê zext û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Herwiha di heman raporê de hatiye diyarkirin ku herî kêm 125 xwepêşanderên Kurd ku 13 zarok û 8 jin in ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin.