Li Helebê 3′yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan

Li Helebê bi beşdarbûna 10 koman 3′yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir.

29 îlon, 2023   19:16

Bi dirûşma "Zarokên ku fêrî azadiyê bûne siberojeke azad ava dikin", 3′yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li qada Cebatan a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîala Zêrîn ve bi beşdarbûna 10 koman dest pê kir.

Malbatên zarokan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînên taxê jî amade bûn.

Mîhrîcan bi axaftina endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê Buharîn Sîno û berpirsa Koma Şehîd Sosin a govendê Şîdam Osman dest pê kir.

Buharîn mîhrîcan li tevahî zarokan pîroz kir û got: "Zarok huner û behreyên xwe pêşkêş dikin. Dema ku huner deng û rengê zarokan nîşan dide hingî bêgir deng vedide."

Şîdam Osman jî got, zarok mîna buhar û gulan bedew in û got: "Em qêrîna zarokên ji ber şer diêşin. Şer jiyana gelek zarokan wêran kir. Zarokên Sûriyeyê ji nû ve şiyar bûn û careke din bi tiliyên xwe jiyanê xêz bikin."

Piştî axaftinan, koma Kulîlkên Efrînê, koma Şehîd Delîla, koma Cangoriyên Azadiyê, koma Şehîd Newroz, koma Hîlala Zêrîn û Koma Cûdî Amanos a girêdayî navenda Cemîl Horo stran gotin. Her wiha koma Şehîd Sosin govend pêşkêş kirin, şano û wênexêzên zarokan jî hatin pêşandan.

(bb)

ANHA