Rolên pêşengtiyê yên jinên Siwêdayê rojeve rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine der barê xwepêşandanên li Siwêda, çawa Tirkiye qebûl nekir ji herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê vekişe, nakokî di navbera Enqere û Washingtonê de û normalîzekirina Siûdî-Îsraîlî de nivisîn.

Rolên pêşengtiyê yên jinên Siwêdayê rojeve rojnameyên erebî ye
30 îlon, 2023   06:33

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li başûrê Sûriyeyê nûçeyeke bi serenavê “Jin pêşengtiya xwepêşdanên li Siwêdayê dikin” parve kir. Rojnameyê bal kişand ser zêdebûna tevlêbûna jinan di xwepêşandanan de û diyar kir ku hin çalakvanên beşdar destnîşan kir ku jin rolek di birêxistinkirina stran, amadekirina pankartan de dilîzin û xwe digihînin orgenîzerên xwepêşandanan li bajarokên derdorê.

′TIRKIYE NE AMADE YE JI SÛRIYEYÊ VEKIŞE′

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa tevgerên Tirkiyeyê çi li Sûriye yan jî têkiliyên wê bi DYA`yê re kir. Di vî warî de got ji daxuyaniyên rayedarên Tirk diyar dibe ku Enqere ruxmî ku xuya dike ew amade ye bi hikumeta Şamê re dan û standinê bike lê di heman demê de nafikire ji axa dagirkirî ya Sûriyeyê vekişe. 

′NAKOKIYEKE DIN A AMERÎKA-TIRKIYE′

Têkildarî mijareke din rojnameya Şerq El Ewsat destnîşan kir ku nakokiyeke din di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de çêbûye, ji ber wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dosyaya firotina balafirên F -16 xiste rojevê. Nemaze ku serokê nû yê komîteyên kar û barên Kongresê Ben Cardin got firotina balafiran ji bo Tirkiyeyê dê bi endamtiya Siwêd di NATO`yê de û hin factorên din ve girêdayî be.

′ÇARÇOVEYA SIYASÎ YA NORMALÎZEKIRINA SIÛDIYE-ÎSRAÎLÊ′

Girêdayî rêveçûna normalîzekirinê di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de, tora El Hura ku agahiyên xwe spartin daxuyaniyên rayedarekî amerîkî diyar kir ku dan û standinên normalîzekirinê, bi pêş dikevin û gihaştin “çarçoveyeke bingehîn” ji bo di pêşerojê de peymanê îmze bikin.

(şx)