​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2023
29 îlon 2023   23:00

- Şagirtên rojnamevan û nivîskarê şoreşgerî Seyîd Evran destnîşan kir ku şehîd Seyîd Evran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nifşekî zane ji rojnamevanên şoreşger ava kir û wan fêrî ragihandina azad kir. Şagirtên şehîd soza şopandina rêya ragihandina azad da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xelkê Kobanê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi erêkirina hêzên navneteweyî ye û armanca wan şikandina tecrîdê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên ji Hesekê diyar kir ku tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyaneta li dijî doza Kurd e û got ew ê li dijî êrişên li ser xak, gel û hêzên xwe bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê merasîmê bîranîna şehîdên meha Îlonê li hola nivîsgeha PYD′ê li dar dixe, saet di 10:00′an de.  Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmê bîranîna 91 şehîdên meha Îlonê li hola Reşo li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, Koma Orkestra ya Rojava bi hevkariya Dêra Yekitiya Xiristiyan a Encîliyeyê şahiyekê ji bo zarokan li dêra li taxa Erbawiyê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA