​​​​​​​Tetbîqatên Çîn-Siûdiyê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa têkiliyên Çîn û Erebistana Siûdî, dosyaya Îxwanan a li Tunisê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Tetbîqatên Çîn-Siûdiyê rojeva rojnameyên erebî ne
29 îlon 2023   08:23

Rojnameya El Ereb a Londonê bi sernavê ′Tetbîqatên deryayî yên hevbeş ên Çîn-Siûdiyê′ nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn dê meha bê tetbîqatên deryayî yên hevbeş ên Çîn û Erebistana Siûdî li dar bikevin û van tetbîqatan gelek pirs derxistin holê; gelo Siûdî plan dike Çînê ber bi Kendavê ve bikişîne, wek bertekeke li dijî DYA′yê yan jî li gel Pekînê projeyeke sepandina hebûna xwe ya leşkerî ya demdirêj li Kendavê heye?

Li gorî rojnameyê, ya balkêş dê tetbîqat li derveyî sînorên deryayî yên Siûdiyê çêbin û ew jî bi xwe re pirsan tîne; gelo çima tetbîqatên Siûdiyê li Çînê ya bi hezaran kîlometre ji Rojhilata Navîn dûr, çêdibin?

′LI TUNISÊ DOSYAYA ′ÎXWANAN′ ŞANDIN BER DESTÊ DOZGERIYÊ’

Rojnameya El Beyan li ser dosyaya Îxwanan a Tunisê diyar kir ku piştî çend salan ji dan û standinan, Tunisê dosyaya rêxistinê ya nepen a têkildarî Tevgera El Nehda ya Îxwanî şand dozgeriya têkoşîna li dijî terorê. Ev tê vê wateyê ku lêpirsîn ji çend mehan ve dewam dikin û destê tevgerê di sûcên terorîstî de heye.

Li gorî aliyên tunisî, ger têkiliya rêxistinê ya bi terorê de hate aşkerakirin, dê tevgera El Nehda were hilweşandin. Bi wê re dê veguherîneke bingehîn di siyaseta welat de çêbe.

′HEFTER LI MOSKOVÊ BI PÛTÎN Û ŞOYGU RE CIVIYA′

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li Moskovê bi Xelîfe Hefter re civiyan. Li gorî medyaya Lîbyayê ev hevdîtina di navbera Pûtîn û Hefter de ji 2019′an ve ya yekemîn e.

Li gorî rojnameya El Quds, Rûsya ji çend salan ve hewldanên dîplomatîk li Afrîkayê pêk tîne da ku li şûna hêzên rojavayî yên klasîk bigire. Rûsya di demên dawîn de li qada navneteweyî tê tecrîdkirin.

Li gorî rojnameyê, ji dema Hefter di kontrolkirina Terablusê de, di navbera Nîsana 2019′an û Hezîrana 2020′an de bi bin ket û berê xwe da koma Wagner, di navbera Hefter û Moskovê de têkiliyên xurt hene.

(fr)