Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan

Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, jinên ciwan bi dirûşma "Bi vîna jinên ciwan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin" xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
Bi sedan Jinên ciwan li dijî komploya navneteweyî rabûn ser piyan
28 îlon, 2023   10:13

Jinên ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan jinên ciwan a navçeya Qinê ya rojavayê Kobanê tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Navçeya Qinê dest pê kir û ta çarxerêya Qordînê dewam kir.

Di xwepêşandanê de wênyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Berxwedana Gerîlla" hatin berz kirin.

Li çarxerêya Qordînê xwepêşandan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Alîkar Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Beriya 25 salan hemû hêzên xwînmij û girker li hemberî Serokê gelê Kurd hovîtiya herî mezin dest pê kirin. Ev 25 sal in komploya navneteweyî bi armanca tunekirina gelê Kurd û tevgera azadiyê pêk hatiye. Di 9'ê cotmeha 1998'an di bin zextên dewleta Tirk a dagirker de, Rêber Apo ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk ji bo doza kurd ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Hêzên komploger ku dixwazin lêgerîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê Kurd û aştiya Rojhilata Navîn asteng bikin, nehiştin ku Rêber Apo li derekê bê qebûlkirin.

Komplo ne tenê li hemberî şexsê Rêbertî pêşket. Di şexsê Rêbertî de gelê Kurd, însanên azadîxwaz û gelên bindest rû bi rûyî êrişan bûn.

Heya ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, azadiya gelê Kurd û azadiya jinên cîhanê jî pêk nayê. Ji bo vê erka me ya sereke şikandina tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”

Xwepêşandan bi dirûşma"Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(eş)

ANHA