​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê

Şêniyên Til Hemîsê şervanê QSD`ê şehîd Ridwan Xelîl li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kir û got ew ê tola şehîdan hilînin û serkeftinê pêk bînin.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Ridwan Xelîl spart axê
28 îlon, 2023   09:58

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê û gundên derdorê, endamên saziyên sivîl û hevalên wî, tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ridwan Talal Xelîl bûn.

Şervan Ridwan Telal Xelîl di berxwedana li hember komên çekdar ên derbasî rojhilatê Dêrazorê bûbûn, 25`ê Îlonê şehîd bûbû.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê li dar ket. Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Şuca El Hasir axivî û bal kişand ser rola şehîdan û fedakariyên wan ên di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de dane.

El Hasir got: “Bi saya fedakariyên şehîdan em îro li vir bi yekdengî li pêşiya planên terorîst ên li dijî me disekinin.”

El Hasir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember ewlehiya li herêmê aciz e, ji ber wê şaneyan û çeteyên xwe bi kar tîne da ku derbeyê li vê ewlehiyê bide û wiha domand: “Em ê li hember tevahî planên li dijî vîna me bisekinin.”

Ji fermandarên QSD`ê yê navçeya Til Birakê Sincar Elî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd Ridwan spart axê.

(şx)

ANHA