Li Yewnanistanê cara duyemîn lehî: 17 kes mirin

Di vê mehê de cara duyemîn lehî li Yewnanistanê çêdibe, di encama lehiya duyemîn de 17 kes mirin û zirarên mezin çêbûn.

Li Yewnanistanê cara duyemîn lehî: 17 kes mirin
28 îlon, 2023   07:17

Li naverasta Yewnanistanê duh cara duyemîn di vê mehê de lehî çêbû, lehî bi taybet li bajarê Volosê çêbû, di encamê de 17 kes mirin û zirarên mezin çêbûn.

Desthilatên qedexeya derketinê li Volosê ferz kir. Hejmara şêniyên li bajarê 140 hezar kes e û gundewarên derdorê hatin valakirin.

Ji ber bahozê ku di navbera 3 hefteyan de ev a duyemîn e, li gireva Euboea ya li nêzî Atînayê lehî çêbû.

Der barê mijarê de wezîrê çandiyê ya Yewnanisanê Lefteris Avgenakis duh, got komên paqijkirinê zêdetirî 180 pez û mirîşkên mirî rakirin, lê hîna gelek pez û mirîşkên hene kom nikare xwe bigihîne wan. Her wiah zirarên mezin bi pembo, garis, genim, sêv û kêwî de bûn.

(fr)