Hewldanên binkeftî yên Şamê yên kontrolkirina bihayan rojeva rojanmeyên erebî ye

Rojnameyên erebî vê sibê der barê aboriya paşketî ya li herêmên hikumeta Şamê, rewşa Yemenê û Xezayê de nivisîn.

Hewldanên binkeftî yên Şamê yên kontrolkirina bihayan rojeva rojanmeyên erebî ye
28 îlon, 2023   07:04

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê de nûçeyeke bi serenav “Şam nekarî bihayan kontrol bike” weşand. Rojnameyê diyar kir ku tedbîrên hikumeta Şamê girtine, wek rakirina hin bendên leşkerî ji ser rêyên sereke ewqas bandor nekir. Berovajî pêşbiniyên çavkaniyên agahdar ên Sûriyeyê ev girtek, buha erzan nekir ku di encamê de rewşa jiyanî ya piraniya welatiyan, aloztir bû.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku rewşa aborî ya paşketî, encama siyaseta hikumeta Şamê ye ku nikare bihayan kontrol bike. Ji ber wê cudabûneke mezin di navbera qût û mezaxtkirinê de çêbû. Rojnameyê ev cudabûn bi tsunamiyeke mezin bi nav kir ku di encamê de rewşa aborî ya beşên berfireh ên sûriyeyiyan paş ket.

′HÛSÎ BEHSA GUHERTINEKE BINGEHÎN DIKIN′

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Yemenê nûçeyek parve kir û da zanîn ku hûsî, piştî guhertina helwesta Siûdiye û hebûna însiyatîfên sepandina aştiyê li welêt, amadekariyên piştî şer dikin. Rojnameyê îşaret pê kir ku tevî ragihandina guhertinan, lê negihişt asta guhertina bingehîn a pergala ku ji damezirandina komarê ve li dar e. Lê bi xwe re nîşaneyên îslamkirina saziyan anîn di serî de saziya dadgehê.

′GURBÛNA REWŞ LI XEZAYÊ′

Der barê rewşa Filistînê de rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser rewşa Xezayê ya ku ber bi gurkirina leşkerî ve diçe. Nemaze piştî binkeftina gera navbeynkariyê ya nûnerê NY`yê Tor Wensland a ji bo bidawîkirina nakokiya li ser sînor. Hemwextî wê, li sînorên rojhilatê Xezayê xwepêşandan li dar ketin. Ciwan daketin herêmên nêzî sûr, agir bi tekerên erebeyan xist, bombeyên deng li nêzî bendên leşkerî teqandin, balonên sojer ber bi mêtingehên nêz berdan. Di encamê de agir bi daristaneke El Neqib ket.

(şx)