Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan

Pêkhateyên navçeyên girêdayî Hesekê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kir û bang kir ku têkildarî sûcên li dijî wî li Îmraliyê lêpirsîneke navneteweyî pêk bînin

Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
Xelkê Hesekê ji bo tecrîdê meşiyan
23 îlon, 2023   11:12

Di çarçoveya çalakiyên Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e” daye destpêkirin de xelkê navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê meşek li dar xist.

Meş bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê  dest pê kir.

Meş li dawiya kolana Omer Beravî rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, endama Rêveberiya Kongra Star a Til Temirê Madlên El Ubêd axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Medlên wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe planek ji bo pêşeroja tevahî mirovaniyê danî û di fikrên xwe de tu cudahî nexist navbera etnîk, netewe û mezhebekê. Lê dewletên mêtinger, dixwazin Rojhilata Navîn wisa parçekirî bimîne da ku bikare wê kontrol bike.”

Medlên got projeya neteweya demokratîk ji bo tevahî dewletên demokratîk a herî baş e, ji ber wê dewletên dijberî fikrên Rêber Abdullah Ocalan û projeya Rêveberiya Xweser dixwazin bi tevahî rêbazên darbe li vê projeyê bidin.

Medlên bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî kir ku têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan tev bigerin û der barê tecrîda li Îmraliyê de dest bi lêpirsînekê bikin.

Endama Meclisa Navçeya Til Temirê Semah Hemadî jî bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di bidestxistina azadiya jinan de û got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî, tevahî gel li hember cureyên cudakirina gelan, piştgiriya hev dikin.”

Di dawiya meşê de, beşdaran berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

(şx)

ANHA