Insiyatîfa Gel banaga tevlêbûna meşa li Qamişloyê kir

Însiyatîfa Gel ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sibe (yekşem) meşeke girseyî li Qamişloyê li dar dixe. Însiyatîfê bang li xelkê kantonê kir ku tev lê bibin.

Insiyatîfa Gel banaga tevlêbûna meşa li Qamişloyê kir
23 îlon, 2023   11:23

Desthilata Tirk ji 25`ê Adara 2021`an ve, tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe dike. Li hember vê tecrîdê, li Kurdistanê û cîhanê nerazîbûn hatin nîşandan. Di vê çarçoveyê de Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê kampanya lidarxistina çalakiyan bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya Aştiyê li Rojhilata Navîn e” ragihand.

Îro li Qamişlo çalakiya konvedanê dest pê kir. Xelkê kantonê bi girseyî tev lê bûn. Çaverê ye ku sibe meşeke mezin li bajêr saet di 16:00`an de dest pê bike. Meş ji pêşiya Yarîgeha Şehîdên 12`yê Adarê dest pê bike û li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY`yê berdewam bike.

Însiyatîfê, bang li xelkê kantonê kir ku bi girseyî tev li çalakiyê bibin û dengê xwe ragihînin rêxistinên navneteweyî û mirovî yên cîhanê ku li hember tecrîdê bê deng in.

(şx)

ANHA