Çeteyan li Cindirêsê 3 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji xelkê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyan li Cindirêsê 3 welatî revandin
23 îlon, 2023   10:52

Li gorî çavkaniyê ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên′Polîsên Sivîl′ 3 welatî ji xelkê Cindirêsê revandin. Navên wan wiha ne; Horo Oso (25) ji gundê Aşkan, Ehmed Elî El Îsa (33) û Luqman Mihemed Hesen (34) ji gundê Dêr Belotê.

Çavkanî diyar kir ku revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.

(fr)

ANHA