Balafirên şer Bradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi qasî 2 saetan devera Geruwî Sîngan li devera Bradost bombebaran kirin. Piştî bombebaranê jî balafirên şer 2 saetan li ser asîmanê deverê firiyan.

Balafirên şer Bradost bombebaran kir
23 îlon, 2023   07:08

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ji Bradostê ragihandin, duh di saetên dereng şeva de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi qasî 2 saetan devera Geruwî Sîngan li devera Bradost bombebaran kirin.

Li gor heman agahiyan, piştî bombebaranê jî 2 saetan balafirên şer li ser asîmanê deverê firiyane.