​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevkariya stratejîk a Çînî-Sûriyeyê li pêş testa Qanûna Qeyser e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa têkiliyên hikumeta Şamê û Çînê, rewşa Yemen û têkiliyên Misirî û Îranî kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hevkariya stratejîk a Çînî-Sûriyeyê li pêş testa Qanûna Qeyser e
23 îlon, 2023   07:02

Rojnameya El Ereb têkildarî têkiliyên Sûriye û Çînê bi sernavê ′Hevkariya stratejîk′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku duh Esed bi serokê Çînê Xi Jinping re civiya, her wiha serokê Çînê di civînê de got ew ê alîkariya Sûriyeyê bi jinûve avakirinê û sekna li hember tevliheviyên hundirîn bike.

Di rojnameyê de hate destnîşankirin ku ev yek di demekê de pêk tê ku Çînê ji bo xwe li Rojhilatê Navînê fireh bike, Sûriyeyê dixe planên xwe.

Li gorî rojnameyê, Sûriyê ji bo Pekînê xwedî stratejiyeke girîng e, ji ber ku dikeve navbera Iraqê û Tirkiyeyê. Çînê ji Iraqê nêzî ji sedî 10 petrola werdigire û Tirkiye jî dawiya koorîdorên aborî ya ji Asya ber bi Ewropayê ve ye.

Li gorî çavdêran, bi derfetên darayê, kapasîteyên siyasî û berjewendiyên li herêmê Çîn di şerê li Sûriyeyê de qezenckerê mezin be û dikare destê xwe deyne ser destkeftiyên Rûsyayê di şerê li Ukraynayê de pêk anîne.

′ŞERTÊ MECLISA BAŞÛRÊ YEMENÊ YA TEVLÊBÛNA ÇARESERIYEKE SIÛDÎ BI HÛSIYAN RE AVAKIRINA DEWLETEKE CUDA YE′

Rojnameya El Qudis bi sernavê ′şertê meclisa başûr li Yemenê ya beşdariya çareseriyeê bi Hûsiyan re avakirina dewleteke cuda ye′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de got serokê meclisa demkî ya başûrê Yemenê ya bi piştgiriya Îmaratê Îdros El Zibêdî anî ziman ku dê karên wan ên pêşîn di dan û standinên bi hevrikê xwe re koma Hûsî avakirina dewleteke cuda be.

Li gorî rojnameyê piştî bidawîbûna dan û standinên li Riyadê di navbera Hûsî û Siûdî de El Zibêdî ji Associated Press axivibû.

li gorî rojnameya El Qudis, armanca çûna El Zibêdî ya beşdarbûna civîna serokên payebilind a NY′yê mezinkirina banga cudabûna başûrê Yemenê bû.

′SÎNARYOYÊN MUHTEMEL ÊN NORMALÎZEKIRINA MISIR Û ÎRANÊ ÇI NE?′

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê ′Sînaryoyên muhtemel ên normalîzekirina Misir û Îranê çi ne?′ nûçeyek nivîsand. Rojnameyê di nûçeya xwe de got di çend saetên borî de sînaryoyên muhtemel ên normalîzekirina di navbera Misir û Îranê de gelek siyasetmedar û çavdêr mijûl kirin. Ew yek jî piştî dan û standinên dawî yên di navbera wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî û hempîşeyî wî yê Îranê Hisên Emîr Ebduleyan li New Yorkê pêk hat.

Li gorî pisporê Navenda Ahram a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr. Beşîr Ebdulfetah ji rojnameyê re nivîsiye, ji 3 salan ve Îran hewl dide bi Misirê re nêz be û têkiliyên xwe bi pêş bixe. Ji ber Tehran hewl dide ji îzolekirina xwe ya navneteweyî û herêmî derkeve û di vê nêzîkbûna bi Misirê re dibîne ku dê ev îzolekirin bi dawî be. Li beramber wê jî li gel Misirê tu pirsgirêkên nêzîkbûnê tune ne, bi taybet bi vegera têkiliyên Siûdî-Îranî. Ji ber ku ev gaveke Qahîre teşwîq dike.

Li gorî Ebdulfetah têkiliyên di navbera her du welatan de li gorî 3 sînaryoyên siyasî, ewlehî û aborî ve diçin.

(fr)