Aliyên Astanayê li New Yorkê civiyan

Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê, li ser civîna 78′an a Komeleya Giştî ya NY′yê di çarçoveya gera Astanayê de li New Yorkê li hev civiyan.

Aliyên Astanayê li New Yorkê civiyan
23 îlon, 2023   08:10

Hisên Emîn Ebdullehyan, Hakan Fîdan û Sergy Lavrov piştî dewreya 78`an a Komeleya Giştî ya NY`yê û di çarçoveya gera Astanayê de li New Yorkê, civînek li dar xist.

Li gor kanala El Alem nûnerê taybet ê NY′yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî destpêkirina civîna sêalî, tev li civînê bû.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, duh piştî civînê got aliyan nêrînên xwe der barê geşedanên li Sûriyeyê de parve kirine, ya herî girîng misogerkirina ewlehiyê li Sûriyeyê ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civînê de her sê aliyan destnîşan kiriye ku hewldanên wan têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ser bingeha rêzdariya ji serdestî û yekitiya axa Sûriyeyê, berdewam in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wezîran piştî civîna sêalî, bi Geir Pedersen re civiyan e.

(şx)