′Divê her rewşenbîrek ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî bixebite′

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat bang li rewşenbîran kir ku bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê bixebitin û got, divê aliyên xizmeta doza Kurd nakin û berjewendiyên xwe yên kesayetî di ser berjewendiyên giştî re digrin, ji kongreyê bên dûrxistin.

′Divê her rewşenbîrek ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî bixebite′
23 îlon, 2023   00:41

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku ji salên 90′î ve êrişên dewleta Tirk a dagirker nesekinîne û her diçin zêde dibin. Bîrhat diyar kir ku armanca ji van êrişan têkbirina tevgerên azadiya Kurdistanê ye ku ji bo misogeriya pêşeroja gelê Kurdistanê tê dikoşin.

Bîrhat anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi hin aliyên ku navê Kurdiyatiyê li xwe dikin re têkildar e û ev têkilî gihîştin asta hevkariya di êrişan de û wiha domand: "Ji van aliyan Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ye ku di navê xwe de wateyên pîroz wek “demokrat” û “Kurdistanê” hene lê ya rastî tu têkiliyên wê bi van wateyan re tune ye.”

Bîrhat anî ziman ku dema berjewendiyên kesayetî di ser berjewendiya giştî re tên girtin, xeta xiyanetê derdikeve.

Bîrhat destnîşan kir ku xiyaneta PDK'ê ne tiştekî nû ye û wiha dom da axaftina xwe: "Di 1992'yan de PDK'ê rê da dewleta Tirk a dagirker ku êrişî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) bike û di wan êrişan de bû hevkarê wê, ev jî rûpeleke reş di dîroka xiyaneta PDK'ê de ye."

Bîrhat diyar kir ku kiryarên PDK'ê ne durist in û ne li gor berjewendiya giştî ya gelê Kurd in. Her wiha diyar kir ku ew naxwazin di sedsala 21′ê de tevkariya bi dagirkeran re dûbare bibin.

LI KURDISTANÊ2 XET

Ehmed Bîrhat axaftina xwe wiha domand: "Em bawer in ku hîn jî şepêleke xwedî nirx di nav PDK'ê de heye ku berjewendiya Kurdan di ser her tiştî re digire, ji ber wê jî erkê wê şepêlê ew e ku rêya PDK'ê rast bike û wê ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dûr bixe."

Bîrhat îşaret pê kir ku li Kurdistanê 2 xet hene, yek ji bo parastina nasname û demokrasiyê dixebite û ya din jî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dixebite û wiha dom da axaftina xwe: " Nakokiyên fikrî di navbera herdu xetan de hene. Divê em nas bikin ku qonaxa parastina yek netewe hatiye derbaskirin û em niha di qonaxa demokrasiyê ya Rojavayê Kurdistanê ne ku li xweşiya dewleta Tirk a dagirker naçe.”

Bîrhat destnîşan kir ku di vê qonaxê de ji Kurdan tê xwestin nasname û armanca xwe ji raya giştî re parve bikin û got: “Ev yek jî bêyî xebatê pêk nayên. Rêxistina Rizgariya Filîstînê û Kongreya Niştîmanî ya Afrîkayê mînakên vê yekê ne.

Bîrhat banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de kir û got, erka her rewşenbîrekê/î ye ji bo lidarxistina vê kongreyê bixebite û aliyên ku hewl didin şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derbixin ji her kongreyekê bên dûrxistin.

XIYANETA MEZIN JIDESTDAYÎNA DESTKEFTIYAN E

Hevserokê Malbenda Rewenbîrî ya Helebê got,  li Başûr be, an li Rojava be yan jî parçeyên din ên Kurdistanê be xiyaneta herî mezin jidestdayîn destkeftiyên ku bi saya fedakariya şehîdan hatine bidestxistin e. Her wiha anî ziman ku beşdarnebûna di hewldanên lidarxistina kongreyê de tê wateya jidestdayîna destkeftiyan e.

Der barê PDK'ê de Bîrhat got: "Ji 30 salan de hin pêşketin li Başûrê Kurdistanê çêbûye, lê belê hin alî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrtî tev digerin. Ji ber vê yekê derfet bi destê Kurdan neket ku xwe bi awayekî durust wekî gelekî azadîxwaz nîşan bide."

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat banga avakirina yekitiya Kurdan di bin siya kongreya  neteweyî de û dûrxistina aliyên ku ji bo doza Kurdî tev nagere, kir.

(mh)

ANHA