ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2023
22 îlon, 2023   23:00

Xelkê Hesekê diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê bi QSD′ê re hêzeke mezin ava kir û got QSD nûnertiya hemû gelên herêmê dike û hembêzkirina wê erkeke neteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat bang li rewşenbîran kir ku bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê bixebitin û got, divê aliyên xizmeta doza Kurd nakin û berjewendiyên xwe yên kesayetî di ser berjewendiyên giştî re digrin, ji kongreyê bên dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ruxmî tevgerên diplomatîk ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de, lê hinek alozî û dosya hene ku di rêgeha normalîzekirinê ya di navbera her du welatan de dibin kelem. Gelo dê her du welat van nakokî û aloziyan derbas bikin?

Însiyatîfa Gel a Qamişlo konê çalakiyê li nêzî Stada Şehîdên 12′ê Adarê vedigire, saet  di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin, saet di 11:00′an de.) BI WÊNE Û DÎMEN).