Meclisa Sivîl a Dêrazorê helwesta eşîran silav kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê qewimîn û got, armanc astengkirina pêşketina Rêveberiya Xweser bû. Meclisê helwesta eşîran a xwedîdekretina li Rêveberiya Xweser û têkbirina hewlên derxistina fitneyan jî silav kir.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê helwesta eşîran silav kir
22 îlon, 2023   20:35

Meclisa Sivîl a Dêrazorê têkildarî bûyerên ku vê dawiyê li Dêrazorê rû dan daxuyniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bûyerên ku vê dawiyê li Dêrazorê qewimîbûn hate kirin û hate gotin: "Bûyerên vê li herêmên me rû dan, ji bijî rêzehewldanên derve ne tiştekî din e. Armanc ew e bû ku bi stratejiyên cuda û rêya şerê taybet pêşketina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin astengkirin, ewlehiya herêmê were xirabkirin û tevna civakê ya pêkhateyên wê were têkbirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji rûdanên ku hatin derxistin pêkanîna siyasetên dewletên dijberên projeya nîştimanî ye û pêkanîna lihevkirinên Astanayê ye û wiha hat gotin: " Hewl dan Koalîsyona Navneteweyî ji herêmê derxin. Bi dirûşmên neteweyî û etnîkî yên wekî artêşa eşîran xwestin QSD′ê reş bikin û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  têk bibin, da ku di encamê de jehra planên derve pêk bînin."

Meclisa Sivîl a Dêrazorê di dewama daxuyaniyê de got, ′′Eşîr mîsogeriya parastina ewlehiya herêmê û destkeftiyên ku bi saya fedekarên zarokên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxitin e. Her wiha mîsogeriya têkbirina planên dewletên derve ne ku dixwazin welat vegerînin qada tevlihevî û nakokiyan.′′

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê spasiya hemû eşîr û sembolên nîştimanî kir ku li hemberî hewldanên derxistina fitneyan rabûn û got: "Em diyar dikin ku em  xwedî li rêveberiya xwe ya xweser a demokratîk derdikevin heta Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin ku hêviyên  tevahî gelên Sûriyeyê bi cih bîne. Em piştgiriyê didin stratejiya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên jinûve vegerandina ewlehiyê li tevahî qadên sivîl, leşkerî û ewlehî."

(bb)