​​​​​​​Li Hesekê çi qewimî?

Ji 10 rojan ve li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û koma girêdayî wê Dîfa Wetenî de berdewam in. Di encamê de bi dehan malbat ji wir derketin û berê xwe dan taxên ewle. Her wiha zarokek û 13 sivîl birîndar bûn, gelek endamên her du aliyan hatin kuştin

​​​​​​​Li Hesekê çi qewimî?
23 îlon, 2023   08:48

12`yê Îlonê li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê di navbera hêzên hikumeta Şamê û koma girêdayî wê Dîfa Wetenî de alozî derket. Dûre hikumeta Şamê mala berpirsê Dîfa Wetenî Ebdulqadir Hemo dorpêç kir û gelek navendên wî kontrol kirin û jê xwest xwe radest bike. Di navberê de, gelek endamên komê jê qut bûn û xwe radestî hêzên hikumeta Şamê kirin.

Bi şeva 14`ê Îlonê re dema hêzên hikumeta Şamê mala Hemo dorpêç kir aloziya li wir, veguherî şer û pevçûnan. Hemo li mala xwe û derdorê teqemenî bi cih kirin. Ji ber wê hikumeta Şamê demek dayê ji bo ku xwe radest bike.

Derengiya şeva 20`ê Îlonê, alozî dîsa gur bû. Dûre şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û Dîfa Wetenî de çêbû. Bi taybet li kolanên li derdora mala Hemo ya li nêzî şaxê Partiya Baas û parka Tişrînê. Hikumetê sekvan li ser banên avahiyan û saziyên hikumetê yên li nêzî mala Hemo bi cih kirin.

Şer du rojan bê navber berdewam kir. Di wan rojan de, bi çekên giran mala Hemo kir hedef. Li gor agahiyan, Hemo di wan şer û pevçûnan de birîndar bûye. Dûre bi hêzên ewlehiyê yên hikumetê re dest bi diyalogê kiriye, ji ber ku li cem wî gelek belge hene. Ev belge destê rayedarên hikumeta Şamê di dosyayên narkotîkê û gendeliyê de aşkera dikin.

ZIRARÊN ŞER Û PEVÇÛNÊN LI ÇARGOŞEYA EWLEHIYÊ

Ji ber wê aloziyê, sivîl ji çargoşeya ewlehiyê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve koçber bûn. Hêzên Ewlakariya hundirîn jî ew gihandin herêmên ewle û bendên kontrolê yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de asê kirin, nehişt tevlihevî derbasî herêmên din bibe.

Li gel berdewamkirina şer û pevçûnan, bi dehan top û gule li taxên ewle yên Hesekê ketin bi taybet taxa Nasra, Salhiye, Umran, Neşwa û Xiwêran Şerqî. Di encamê de zarokê bi navê Zêdan Mihemed (2 salî) jiyana xwe ji dest da û 13 sivîl birîndar bûn û zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Duh înê, şer dîsa li derdora mala Hemo gur bû û hikumeta Şamê ragihand ku danûstandin bi dawî bûye, ketiye malê û Hemo tune kiriye.

AGAHIYÊN TEVLIHEV Û ÇARENÛSA NEDIYAR

Nûçegihanên me şopandin û ji şopandinê diyar bû ku agahiyên têkildarî kuştina Ebdulqadir Hemo tevlihev in. Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihandin ku Hemo hatiye kuştin. Lê ji şopandinê diyar bû ku kesê hatî kuştin ne Hemo ye lê belê kesek pê re bû.

Di şer û pevçûnan de, zêdetirî 20 kes ji her du aliyan hatine kuştin di nav de esfer hene.

(şx)

ANHA