Li Lozanê projeya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ tê lidarxistin

Di çarçoveya projeya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ de ku wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê bê lidarxistin, bi tecrûbeyên Kurdan wê nîqaş li ser cîhaneke nû bê kirin.

Li Lozanê projeya ‘Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan’ tê lidarxistin
22 îlon, 2023   07:08

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku Kurdistan di sala 1923’an de lê hate parçekirin, di navbera 23-24’ê Îlonê de dê bi navê ‘Sefaretiya cîhaneke nû: Kurdistan’ projeyeke siyasî û hunerî ji bo du rojan pêk were.

Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê Endama KNK’ê siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç û hunermend Jonas Staal ve hate amadekirin, wê du rojan karê atolyeyê, fîlm, konser, panelên nîqaşê bêne lidarxistin. Yek ji şanoyên sereke yên Ewropayê Şanoya Lozan Vidy wê malovaniyê ji projeyê re bike û saziyên navneteweyî yên mîna Weqfa Mondrîaan û Progressîve Înternatîonal piştgiriyê didin.

Bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dê cîhana nû bê nîqaşkirin

Bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dê li ser mijarên demokrasiya bêdeng û çanda piştevaniyê siyasetmedar, hunermend û pispor di çalakiyên du rojan de li hev kom bibin. Ji çar beşên Kurdistanê û li qada navneteweyî wê fîgurên siyasî jî tevlî bibin.

Di çalakiyê de di şexsê Kurdistanê de dê sefaretxaneya demkî ya cîhaneke nû bê avakirin, dê bandora Peymana Lozanê ya li ser Kurdan û têkoşîna Kurdan a piştî peymanê ya ji bo xweserî û diyarkirina çarenûsa xwe bêne nîqaşkirin. Beşdar dê bi tecrûbeyên Kurdan fikrê xwe yê li ser cîhaneke paşerojê bînin ziman.

Yek ji mijarên rojeva bingehîn a çalakiyan wê hebûna sîstema li Rojava be ku bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan hate afirandin. Di çalakiyê de dê girîngiya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd a li dijî netewe-dewletê jî bê nîqaşkirin.

Çalakî dê di navbera 23-24’ê Îlonê de li Şanoya Vidy a Lozanê pêk were.