​​​​​​​Têkiliyên Şam û Pekînê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa serdana Esed ji Çînê re, rewşa li Başûrê Kurdistanê û normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de kir.

​​​​​​​Têkiliyên Şam û Pekînê rojeva rojnameyên erebî ye
22 îlon, 2023   08:04

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek sernavê ′Serdana Esed ji Çînê re derfeteke nû ya têkiliyên Şam û Pekînê de ber bi asteke nû ve dibe′ nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku Çîn nîşan dide ku serdana ku Beşar Esed kiriye di têkiliyên navbera Şam û Pekînê de derfetekê ber bi asteke nû ve ava dike, li gel rewşên aborî yên krêt ku hikumeta Şamê êşên wê dikişîne û li rêbazên piştgiriyeke nû ya aboriyê digire ev serdan pêk hat.

′MALBATA BARZANÎ JI TEQANDINA GEL BI FIKAR E′

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê ′Malbata Barzanî ji teqandina gel bi fikar e′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku malbata Barzanî nîşan dide ku hevgirtina bi hêzên îslamî yên din re yên xwedî piştgiriyekê li parêzgehên Duhok û Hewlêrê dikarin hêrsa gel a ji ber rewşên civakî yên nebaş kêm bikin û pêşî li teqandina gel bigire; mîna çend salên borî de dema bi hezaran gel ji bajarên Kurdan li dijî rewşên aborî û civakî û nedana mûçeyan rabûne.

′NORMALÎZEKIRINA DI NAVBERA EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎSRAÎLÊ DE′

Têkildarî dosyaya normalîzekirinê ya di navbera Îsraîlê û Erebistana Siûdî de rojnameya El Qudis diyar kir ku hin agahiyên nepenî yên ber bi girêbesteke sêalî ve hene, di naveroka wê de jî li hember tawîzdana Îsraîlê ya dijberiya xwe ji firna nukleerî ya sivîl a Siûdî re dê normalîzekirin pêk bê. Lê tevî wê jî aliyên Îsraîlê li dijî vê yekê ne. Ji ber ku ger bi firna nukleerî ya Siûdî hate qebûlkirin dê gelek dewletên herêmê vê yekê bikin, li aliyekî din jî doza Filistînê bê çare bimîne, ev yek jî tê wateya tevlêbûna li rastiyeke duneteweyî, li gel hebûna bi milyonan filistîniyan di navbera derya û çemê de hene û rumxî wê jî gelek normalîzekirin hene.

(fr)