Erdogan: Dê Tirkiye û Îsraîlê gavên ji bo vekolandina enerjiyê pêk bînin

Erdogan diyar kir ku welatê wî û Til Avîvê li ser serdanên di demên bê de û zêdekirina hevkariyê di aliyê enerjiyê de li hev kirin.

Erdogan: Dê Tirkiye û Îsraîlê gavên ji bo vekolandina enerjiyê pêk bînin
22 îlon, 2023   06:53

Li gorî medyayên dîjîtal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan got welatê wî û Îsraîl dê ji bo vekolandina enerjiyê gavên hevbeş di demeke nêz de biavêjin û dê li ser pêxistina torên veguhastina enerjiyê ber bi Ewropayê ve bi rêya Tirkiyeyê bixebitin.

Li gorî Reutersê roja sêşemê Erdogan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu cara yekemîn li NY′yê li hev civîn.

Piştî civînên NY′yê Erdogan ji rojnamegeran re li New Yorkê got wî û Netanyahu li ser serdanên di demên bê de û zêdekirina hevkariyê di aliyê enerjiyê de li hev kir.

Erdogan anî ziman ku niha mezinbûna bazirganiyê ya her du welatan bi 9,5 milyar dolar e û li ser zêdekirina heta 15 milyar dolar weke qonaxa destpêkê li hev kir.

(fr)