Di pevçûnên çete û hêzên hikumeta Şamê de 7 welatî birîndar bûn

Di pevçûnên çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de zarokek û 6 welatiyên ji Hesekê birîndar bûn.

Di pevçûnên çete û hêzên hikumeta Şamê de 7 welatî birîndar bûn
20 îlon, 2023   09:03

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di encama pevçûnên di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de 7 welatî li Hesekê birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne; Nûr Xelef Yûnis (25), zaroka wê Henîn Samî Yûnis (5), Osman Temê El Ewde (50), Ebdullah El Mendî (31). Ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Reca ya li Hesekê.

Li gorî çavkaniyên taybet jî, 3 birîndarên din li Nexweşxaneya Hikme ya Hesekê ne, lê hîna nasnameyên wan nehatine diyarkirin.

Li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de alozî zêde bûne, di encamê de ji şeva berê ve şer dewam dike.

(fr)

ANHA