​​​​​​​DYA û dewletên Kendavê: Em pabendî biryara 2254′an in

Dewletên Kendavê û DYA′yê di civîna li New Yorkê de got ew ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê pabendî biryara 2254′an in.

​​​​​​​DYA û dewletên Kendavê: Em pabendî biryara 2254′an in
20 îlon, 2023   09:42

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) diyar kir ku ew hewl didin çareseriyeke siyasî ya giştî ji krîza Sûriyeyê re li gorî biryara 2254′an a NY’yê pêk bê, da ku yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê were parastin û daxwazên gel pêk bên.

Li New Yorkê ya DYA′yê civînek hate lidarxistin, di civînê de wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û wezîrê karên derve yê DYA′ê Anthony Blinken û sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê Casim Mihemed El Bedêwî amade bûn.

Wezîran di civînê de got ew girêdayî destkeftiyên civînên wezaretan ên berê ne ku civîna wezaretan a dawîn di 7′ê Hezîrana 2023′yan de hatibû lidarxistin.

Wezaretan dosyayên Yemen, Filistîn, Kiwêt, Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin.

Wezîran hewldanên Ereban ên çareserkirina krîzê li gorî biryara 2254′an pêşwaz kir.

Wezîran piştgiriya xwe ji hêzên DYA’yê û yên Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ′ê li Sûriyeyê tê dikoşin, nîşan da û gefên li ser ewlehiya wan hêzan şermezar kirin.

Têkildarî penaber û koçberan her du aliyan got divê rewşên guncaw ji bo vegera ewle û dilxwaz ji penaber û koçberên hundirîn re li gorî pîvanên NY′yê werin amadekirin û destek ji bo penaberên sûriyeyî û dewletên wan pêşwaz dikin, werin pêşkêşkirin.

Wezîran banga xwe ya agirbesta giştî li tevahî Sûriyeyê dubare kir û got divê alîkariyê bigihînin tevahî sûriyeyiyan.

(fr)