Li Hesekê jinek bi guleya pevçûnan birîndar bû

Di encama pevçûnên navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de moşekek li maleke welatiyan ket.

Li Hesekê jinek bi guleya pevçûnan birîndar bû
20 îlon, 2023   07:23

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Hesekê dane, ji çargoşeya ewlehiyê ve ku di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn hene, moşekek li mala Omer Şêxmûs Hisên a li taxa Salihiyê ya Hesekê ket.

Li gorî agahiyên destpêkê moşekê zirarên madî çêkirin.

Her wiha li gorî agahiyên din jî jinek li taxa Muftî bi guleyê birîndar bû.

Li Hesekê di navbera êla El Cibor û çeteyên Dîfa El Wetenî ya hêzên hikumeta Şamê de di 13′yê Tebaxê aloziyek çêbû. Ev alozî li ser paşxaneya êrişa berpirsê çeteyan Ebdulqaid Hemo li dijî yek ji rûspiyên êlê pêk hat. Lê êlê got divê Hemo were radestkirin. Lê hikumeta Şamê bê deng bû.

Di 13′yê Îlonê de jî hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên Dîfa El Wetenî kontrol kirin û hêzên xwe yên ′Hecanê′ li kolanên derdora mala berpirsê çeteyan Ebdulqadir Hemo ya li nêzî şaxê Partiya Baasê û Parka Tişrînê ye belav kirine, her wiha li ser banî, daîreyên hikumetê û derdora mala wî sekvan danîn.

Ji şeva berê ve careke din alozî zêde bû û bi wê re pevçûn çêbûn. Di encamê de gelek gule li taxên bajêr ketin. Li gorî agahiyên destpêkê di navbera her du aliyan de kuştî û birîndar hene.

(fr)

ANHA