Nameyên piştgiriyê ji bo Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî"

Rêxistinên jinan piştgiriya xwe bi Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re anîn ziman. Her wiha bang li tevahî jinan kir ku xwe li gorî dirûşma serhildanê perwerde û birêxistin bikin.

Nameyên piştgiriyê ji bo Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî"
20 îlon, 2023   07:17

Rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebata salvegera yekemîn a Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16′ê Îlona 2022′yan de dest pê kirin, nameyên piştgiriyê ji bo serhildanê re şandin.

Endama Koordînasyona Kongar Star Welîda Bûtî hemû kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û got, Şoreşa Jinan li Rojhilat û Îranê ya li dijî zîhniyeta rejîma serdest a li ser esasê ferzkirina zext û qanûnên hişk li dijî jinan ava bûye, bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir.

Welîda Bûtî îşaret pê kir ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin li jinên li Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serhildana xwe ragihandin. Her wiha bi bîr xistin ku di sala 2010′an de şehîd Şêrîn Elmhûrî li ser dîwarê girtîgeha dewleta Îranê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" nîvisî.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Bûtî diyar kir ku Kongra Star piştgiriyê dide Serhildana Jinan a li Rojhilat û Îranê û bang li rêxistinên din ên jinan kir ku piştgirî û destekê bidin serhildanê.

Endama Beşa Têkiliyan a Navenda Lêlolînên Jineolojiyê Rojiyan Hisên got, jinên li Rojhilat qebûl nakin di bin zext û zulma pergala Îranê de bimînin û qetilkirina Jîna Emînî wekî fersendekê dîtin da ku  dest bi xwepêşandanên bi bangên azadî û demokrasiyê bikin.

Rojiyan îşaret pê kir ku dewleta Îran bi rêbazên çewisandin, girtin û qetilkirin nêzî xwepêşandêran dibe.

Rojiyan Hisên got, Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stûna bingehîn a rêxistinkirina jinan e da ku daxwaza mafên xwe bikin û zextên li ser wan têne kirine, qebûl nekin. Rojiyan  da zanîn ku beşdarbûna jinan di xwepêşandanên li Siwêdayê de û berxwedana jinên Afgan hêza xwe ji serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" digirin.

Rojiyan got: "Em ê bixebitin ji bo jineolojiyê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin, ku piştgiriyê bidin û serhildana jinan mayînde bikin û wan bi rêxistin bikin ta ji tevahî qeydan werin rizgarkirin."

′JIN BINGEHA ŞOREŞAN E′

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Êzidî Yildiz Marko bang li tevahî jinan kir ku ′′Yekitiya xwe ava bikin, têkoşîna xwe geş bikin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêk bînin da ku senaryoyên mîna qetilkirina Jîna Emînî dûbare nebin.′′

Seroka Yekitiya Jinên Ermen Enahît Qesebiyan destnîşan kir ku berê û niha jî jin bingeha şoreşên cîhanê ye û diyar kir ku şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re bûye mînak.

Enahît piştgiriya Yekitiya Jinên Ermen bi Serhildana li Rojhilat re nîşan da û banga domandina serhildanê kir.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê-Şaxê Helebê Rîham Mihemed got, ′′Jinên pêşeng ên ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ragihandin, jinên zane, xurt û rêxistinkirî ne ku di pêşengiya civakan de ber bi rizgariyê ve model in.′′

Rîham diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê her timî amade ye piştgiriya jinan di plan û projeyên wan ên ber bi azadiyê ve bike. Her wiha got: "Di radeya yekemîn de divê jin xwe perwerde bikin, duyemîn divê rastiya dirûşma xwe baş nas bikin da ku karibin xwe bi rêxistin bikin û  xwe qeydên li ser wan hatine ferzkirin, rizgar bikin."

(bb)

ANHA