Li Dêrazorê têkildarî saziyan civînek li dar ket

Rêveberiya Xweser li Dêrazorê civînek li dar xist û plansaziya ji nû ve avakirina saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên leşkerî û amadekirina Meclisa Qanûnsaz a Giştî, aşkera kir.

Li Dêrazorê têkildarî saziyan civînek li dar ket
20 îlon, 2023   07:14

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de awayên pêşxistina xizmetguzariyê û zêdekirina rola saziyan di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de hatin nîqaşkirin.

Di civînê de nûnerên saziyên sivîl û şêxên eşîran jî amade bûn.

Di civînê de hate gotin pêwîst e şaşiyên li Dêrazorê çêbûne werin rastkirin, ji ber ku ew şaşî li pêş saziyan zehmetî ne û hevgirtina civakê hêmaneke bingehîn a rastkirina wan şaşiyan e û QSD′ê nûnertiya gel dike.

Beşdaran diyar kir ku divê kesên sazî xirab kirine, werin cezakirin, her wiha bal kişand ser projeyên alîkariyê yên pêşkêşî Dêrazorê hatine kirin. Li kêleka wê jî hate gotin divê derfet û şansên heyî werin birêvebirin û çavdêrî li ser tevahî saziyan hebe, bi taybet ên xizmetguzariyê.

Di civînê de plana ji nû ve avakirina saziyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên leşkerî û destpêkirina erêkirina peymana civakî hatin ragihandin.

Beşdaran behsa girîngiya hevkarî û koordînaya di navbera tevahî aliyan de kir, da ku îstîqrar pêk bê, derfetên heyî werin başkirin, çavdêriya li ser hemû saziyan were avakirin.

Her wiha li ser amadekariyên avakirina Meclisa Qanûnsaz a Giştî ku ji 45 endamên ji eşîr û hiqûqnasan pêk tê, hate nîqaşkirin.

Di dawiyê de beşdaran got rêzecivîn werin lidarxistin û raporek li ser rweşa Dêrazorê were amadekirin, kongreyeke giştî ji bo nîqaşkirina wan rapor û encamên civînan were lidarxistin, her wiha divê rêveberî were pêşxistin û nûnerên wê bi berpirsiyarî tev bigerin.

(fr)