​​​​​​​Li ser hebûna mirovahiyê xetere heye

Bahoza Daneil, beriya wê erdheja mezin a Mexribê û erdheja li Tirkiye, Sûriye û Bakurê Kurdistanê û gelek guhertinên metirsîdar ên jîngehê, nîşan didin ku têkçûneke giştî ya jîngehê heye.

​​​​​​​Li ser hebûna mirovahiyê xetere heye
20 îlon, 2023   07:05

Erdhejên wêranker, volkan, şewitîna daristanan, bahoz, lehî û germbûna avhewayê ku mîna wê heta niha pêk nehatiye û li rex wê jî gelek guhertinên jîngehê, nîşanên karesatan in. Yan jî wek sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres dibêje, “Xetereyên ew qas mezin ku em nikarin bersivê bidinê.”

Ev tê wateya ku mesele ji kontrolê derketiye û êdî bûye xetereyeke jîngehê ya nêz. Li ser hebûnê, bûye astengiyeke rastîn û li ser ewlehiya avhewayê bûye gef. Cîhan tev de niha di bin bandora vê xetere û gefê de ye. Gelo sedemên van bûyerên jîngehî çi ne?

Serokê Partiya Hawîrdorê ya Cîhanê Dr. Domît Kamil li ser mijarê got: "Ez nizanim gelo sedema vê hemwextiya xerîb çi ye? Her roj em dibihîzin bûyereke jîngehî ya biêş û şokdar çêbûye. Tu parzemînek li cîhanê nemaye bêyî ku bûyerek lê biqewime. Ji Çînê bigire heta Hawai, Kanadayê, ji Hindistan û Pakistanê ta Brîtanya û Yewnanistanê, Cezaîrê, Mexribê û Tirkiyeyê.”

Dr. Kamil wiha domand: “Ez mubalexeyê nakim, dema bêjim xetereyek li ser hebûna mirovahiyê û siberoja jiyana li ser erdê heye. Ev xetere ne xetereyeke ji rêzê ye yan jî nedihat texmînkirin ku pêk were. Dikarim bibêjim ku sekna li hember van xetereyan, li ser aqilmendên cîhanê, serok, lîderan ferz dike ku bibin yek û bi berpirsyarî li hemberî wê bisekinin. Divê hevkariya xwe zelal bikin ji bo ku encamên wêranker ên van bûyeran bi hev re derbas bikin.”

Dr. Kamil diyar kir ku mijulbûna serokên dewletên cîhanê bi biçekkirinê, sûdê nade tu kesî lê belê bê guman şer dê encamên wêraniya jîngehî duqat bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di şer de dê topên uranyumê werin bikaranîn. Mîna ku di destwerdana Iraqê sala 2003`yan de kirine. Wekî şerê li balafirgeha Bexdayê ku çekên qedexekirî tê de hatin bikaranîn.”

Dr. Domît Kamil wiha pê de çû: “Tevî van guhertinên bilez û bitirs ên jîngehê, cîhan rûbirûyî karesateke mezin û tirsnak e ku ji bilî Xwedê tu kes nizane çi qas wêranker e. Divê em li gorî vê xetereyê xwe amade bikin. Divê serokên cîhanê ji van xetereyan hişyar bin, ajande û armancên xwe li gorî wê biguherînin.”

Yanî pirsgirêka jîngehê, êdî ne pirsgirêkeke lokal e, lê belê bûye pirsgirêkeke cîhanî ji ber ku çareserkirina wê hate derengxistin. Germbûn, helîna qeşaya li cemseran, tevahî bandorên bi zirar in ku roj bi roj zêdetir dibin.

(şx)