Li Îranê qanûneke din a li dijî jinan

Salekê piştî qetilkirina Jîna Emînî, dewleta Îranê qanûnek derxist. Qanûna nû li jinên ku rûyê xwe napêçin, cezayên giran ferz dike.

Li Îranê qanûneke din a li dijî jinan
20 îlon, 2023   10:59

Li gorî çapemeniya fermî ya Îranê, pêşnûmeqanûnek ku çend meh e dihate nîqaşkirin, îro li parlamentoya Îranê hate pejirandin. Qanûna nû pêkanînên giran li wan jinan ferz dike ku li cihên giştî û derve rûyê xwe napêçin.

Pêşnûmeqanûna “nixumandin û îfetê” 3 salan dê bê ceribandin.

Ji bo ku pêşnûme bibe qanûn, divê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn a Îranê ve bê pejirandin.

Piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê bi hinceta 'porê xwe baş nenixumandiye’ ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hate qetilkirin, bi pêşengiya jinan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serhildanê dest pê kiribû.