′Li dijî êrişên qirkirinê îsrara berxwedanê xurtir dibe ′

siyasetmendarên ji Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û destnîşan kir ku li dijî êrişên qirkirinê îsrara berxwedan û mayîna li ser xaka welat xurtir dibe.

′Li dijî êrişên qirkirinê îsrara berxwedanê xurtir dibe ′
20 îlon, 2023   03:42

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Herî dawîn di 16 û 17′ê Îlonê de li Minbic û li Qamişloyê berpirs û fermandarên hêzên leşkerî û ewlekarî û sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kirin hedef.

Êrişên dewaleta Tirk a dagirker bi ragihandina operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û bazirganên madeyên hişbirê yên Dêrazorê re zêdetir bûn. Li hember van êrişan nerazîbûnên gel zêde dibin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Dêrazorê Yehya El Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û aramiya wê têk bibe.

El Elî wiha zêde kir: "Dagirkeriya Osmaniyan a li ser xaka Sûriyeyê zêdetirî 400 sal dom kir, ev çavnebarî heta niha li ba dewleta Tirk heye. Siyasetên dewleta Tirk nîşan didin ku  plana wê ya dagirkirina deverên nû heye."

El Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybetî projeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser hedef digire.

El Elî helwesta NATO'yê ku dewleta Tirk a dagirker endamekî wê jî rexne kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker endameke NATO′yê ye, ji ber vê yekê dewletên NATO′yê li hemberî êrişên wê dengê xwe nakin. Divê edaletî û wekhevî hebe û bi koalîsyonan bandor nebe."

El Elî wiha domand: "Helwesta şêniyên herêmê piştrast dike ku ew van êrişan û dagirkeriya Tirk red dikin, şênî dê herêmên xwe biparêzin û îsrara wan a mayînê xurt e."

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Dêrazorê Selah El Selman jî anî ziman ku hevgirtina gelan rêya têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: ′′Divê em eniya xwe ya hundirîn xurt bikin û bi hemû pêkhateyên xwe re piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk "

El Selman destnîşan kir ku êriş bi armanca qirkirina gelên herêmê û têkbirina aramiya wan tên kirin.

El Selman wiha pê de çû: "Li dijî QSD û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû cûreyên êrişan tên kirin. Lê stratejiya QSD′ê sabit e, QSD′ê dê welat, mirov û milkên wan biparêzin û li hemberî terorê bisekine.′′

Selah El Selman di dawiya axaftina xwe de got, li hemberî êrişan îsrara mayînê û parastina destkeftiyan bandoreke erênî li moralê hêzên leşkerî dike.

(mh)

ANHA