ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2023
19 îlon, 2023   23:00

-Şêniyên kantona Kobanê pergala îşkenceyê ya li Îmaraliyê şermezar kir û got, çand û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî mezin girêdayî girîngiya berxwedanê redkirina zulmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nesireddîn Îbrahîm şehîdxistina nûnerê KNK`ê wek kiryareke `terorîst` bi nav kir û diyar kir ku planek li dijî gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê heye û got “Em mil bi mil bi xebatên azadîxwazan re ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi berxwedana gel û gerîlayên azadiyê têk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Elîf Mihemed diyar kir ku ENKS'ê  xeta xiyanetê didomîne û dagirkirina Efrînê rewa dike û got: "Xwediyên Efrînê em in û Efrîn ji dagirker û xayînan re nabe war." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarên ji Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û destnîşan kir ku li dijî êrişên qirkirinê îsrara berxwedan û mayîna li ser xaka welat xurtir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistinên jinan piştgiriya xwe bi Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re anîn ziman. Her wiha bang li tevahî jinan kir ku xwe li gorî dirûşma serhildanê perwerde û birêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bahoza Daneil, beriya wê erdheja mezin a li Mexribê û Tirkiye, Sûriye û Bakurê Kurdistanê û gelek guhertinên metirsîdar ên jîngehê, nîşan didin ku têkçûneke giştî ya jîngehê li ser cîhanê heye. Bi tevahî teşe, diyarde û cureyên xwe ve, dike bibe ya herî xirab. (BI WÊNE).

-Di Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî de komên erebî yên jinan bi xurtî beşdar bûn. Endamên komên pêkhateya Ereb diyar kir ku jinên Ereb bi rêya van koman çand û kevneşopiya xwe parastin û diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Heleb û deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 20′an a damezirandina PYD′ê şahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelê li ser beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser li dar dixe, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîd Eymen Colî û Cuma Dawud re dixwazin, sersaxî ji Goristana Şehîd Delîl Saroxan tê dayîn. Ji bo şehîd Bedran Ehmed jî li gundê Sinceqa Sadûn ê navçeya Amûdê sersaxî tê qebûlkirin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê baxçeyekî ji bo zarokan li Şêxmeqsûdê vedike, saet di 11:00′an de.

-Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qebûlkirina xwendekaran di zanîngehan de de, ezmûnan li avahiya Fakulteya Endazyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava û Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA