Elîf Mihemed: Efrîn ji dagirker û xayînan re nabe war

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Elîf Mihemed diyar kir ku ENKS'ê  xeta xiyanetê didomîne û dagirkirina Efrînê rewa dike û got: "Xwediyên Efrînê em in û Efrîn ji dagirker û xayînan re nabe war."

Elîf Mihemed: Efrîn ji dagirker û xayînan re nabe war
20 îlon, 2023   02:35

Endama  Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Elîf Mihemed siyasetên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şerê taybet ku li ser gelê Efrînê  dimeşîne ji ajansa me re nirxandin.

'ENKS HEVKARÊ DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ YE

Elîf Mihemed diyar kir ku  ENKS'ê dagirkeriya Tirk a li Efrînê rewa dike û got: " Tu cudahî di navbera siyasta AKP'ê, MHP'ê û ENKS'ê de tune ye. Hemû mîna çeteyan e û dixwazin gelan tune bikin. Bi vê siyasta qirkirinê  jî dixwazin gelê Efrînê tune bikin. Her wiha ENKS'ê dixwaze mayîna xwe di hundir Efrînê de bidomîne û li ber çavê cîhanê kiryarên çeteyan ên li dijî Efrînê rewa nîşan dide. Cîhan dizane tişta di hundir Efrînê de diqewime kiryarên li dijî mirovahiyê ne."

Elîf destnîşan kir ku ENKS'ê rola xwe wekî encumeneke nîştimanî ya Kurdan pêk nayîne û xwe girêdayî dewleta Tirk a dagirker dibîne û piştgiriyê dagirkeriyê dike. Her wiha got:  "ENKS'ê her tim bi dewleta Tirk re li ser gelê Kurd bazaranê dike, xiyaneta ENKS'ê li her çar aliyên Kurdistanê aşkare ye. ENKS'ê bi xiyanetê dixwaze hêza Kurdan, bi taybetî di Sûriyeyê de bişkîne."

'BERXWEDANA GEL WÊ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ TÊK BIBE'

Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed li ser sûcên ku li Efrînê têne kirin jî ev tişt anî ziman: ''Di hundir Efrînê de dayikên me tên qetilkirin, bi xwe destê ENKS'ê di qetilkirinê de heye. ENKS'ê îdia dike ku Efrîn ne dagirkirî ye û jiyaneke ewle lê heye, lê belê destê ENKS'ê di her kiryarekî  ku li Efrînê tê kirin de heye."

Elîf bal kişand ser berxwedana xelkê Efrînê ya li Şehbayê û ev li gotinên xwe zêde kir: ''Ev 6 sal in gelê Efrînê berxwedana xwe didomînin. Divê em jî bi siyaseta dewleta Tirk û yên ENKS'ê neyên xapandin. Em ê bi berxwedana xwe li Şehbayê  berdewam bikin heya em bi rûmet vegerin Efrîneke rizgarkirî.''

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Mihemed di dawiyê de wiha got : "Bila gelê yê li Şehbayê dev ji xeta berxwedanê bernede, ji ber ku em xwediyê Efrînê ne. Efrîn ji ENKS û dagirkeran re nabe war.''

(bb)

ANHA