Artêşa Azerbaycanê êrişî Artsaxê kir: 25 kes hatin kuştin

Di êrişa artêşa Azerbaycanê ya li ser herêma Artsaxê de 25 kes hatin kuştin.

Artêşa Azerbaycanê êrişî Artsaxê kir: 25 kes hatin kuştin
19 îlon, 2023   19:39

Lêkolînerê mafên mirovan a herêma Artsaxê daxuyand ku di nav de 2 sivîl, bi giştî 25 kes di êrişa artêşa Azerbaycanê ya li ser deverên cuda yên herêma Artsaxê de hatin kuştin.

Medyayên xwecih ên Artsaxê dane zanîn ku artêşa Azerbaycanê  di êrişan de obîs, moşek, dron û balafirên şer de bi kar anîn.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan hişyar da ku û got, hêzên Azerbaycanê hewl didin qadên şêniyan ên herêma Artsaxê de kontrol bikin.

Pashinyan daxuyand ku peywendiyên wî li gel fermandarên hêzên herêmê hene. Her wiha got, ew pêşbinî dike ku Hêzên Parastina Aştiyê ya Rûsyayê destwerdanê bikin û rewşê aram bikin.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Parastina Aştiyê ya Rûsyayê kirin ku êrişa li ser Artsaxî rawestînin. Azerbaycanê jî  bang li niştecihên Artsaxê kir ku ji herêmê derkevin.

Yekitiya Ewropayê tevgera leşkerî ya Azerbaycanê ya li Artsaxê şermezar kir û bang li Azerbaycanê  kir tevgerên xwe rawestîne. Fransayê êriş bi ′′Ne rewa′′ wesif kir.

Li aliyekî din Rûsyayê banga diyalogan li Ermenistan û Azerbaycanê kir û xwest tavilê êriş were rawestandin.

(bb)