​​​​​​​′Em ê heta pêkanîna azadiya fêzîkî ya Rêbertî tê bikoşin′

Şêniyên Kobanê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir û got, dê têkoşîn berdewam bike heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

​​​​​​​′Em ê heta pêkanîna azadiya fêzîkî ya Rêbertî tê bikoşin′
19 îlon, 2023   23:38

Ji 25′ê Adara 2021′ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin. Malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê hefteyê du caran serlêdan dikin, lê daxwazên wan bê bersiv tên hiştin.

Li Kurdistanê û welatên cuda cîhanê çalakiyên bi banga şikandina tecîrdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Herî dawîn Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê di 10′ê Îlonê de dest bi rêze çalakiyan kir.

Şêniyên kantona Kobanê der barê pergala îşkenceyê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ji ANHA′yê re axivîn.

′ARMANCA RÊBERTÎ AŞTÎ LI HERÊMÊ PÊK WERE′

Welatiyê bi navê Mehmûd Îsmaîl anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovahî û tevahî gelên azadîxwaz e, armanca wê ya pêşîn aşîtî û biratiya gelan, jiyaneke bi rûmet, ewle û demokratîk li Kurdistanê pêk werin.

Mehmûd Îsamîl diyar kir ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan li dijî planên pergalên serdest e, ji ber vê yekê tecrîdê li ser wî ferz dikin.

Îsamîl anî ziman ku Rêbertî ji bo azdiya gelên herêmê, azadiya xwe ya fîzîkî kir berdêl û wiha pê de çû: "Lê agahî jê qut bûne. Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye, ji ber vê yekê divê gelê herêmê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî serî hilde."

Welatiya bi navê Edla Cuma azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest û got, heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad neke û bi destê wî aştî li herêmê pêk neyê, ew dê nesekinin.

′DÊ ROJEKE WERE EM Ê RÊBERTIYA XWE FÎZÎKÎ AZAD BIKIN′

Welatiya bi navê Baqir Sincar got, ya ku ev 25 sal e li girtîgeha Îmraliyê rû dide hewldanek ji bo şikandina îradeya gelên herêmê yên ku bi saya ramanê Rêbert Abdullah Ocalan şiyar bûne ye. Baqir diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke nû ji jinan re afirnd û bi saya fikr û felsefeya wî jinan bendên koletiyê şikandin.

Baqir Sincar di berdewama axaftina xwe de got: "Em bê hêvî nebin. Yên ku xwe bi rêya fikr û felsefeya Rêbertî nas kirine serîtewandinê nas nakin. Wê rojeke were em ê Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin. Yên dixwazin girêdana me bi Rêbrtiya me bibirin nizanin ku ev girêdan ruhî ye. Di hundirê her yek ji me de şervanek şoreşek heye ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşe."

Welatiyê bi navê Hecî Ehmed destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha dom da axaftina xwe: "Eger rêxistinên îdiya mirovahiyê dikin li hemberî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî serokê me tevgeriyabûna wê dawaza azadiya wî ya fîzîkî kiribana. Lê ev rêxistin jî bûne amûrên hêzên navneteweyî ku wan li gorî berjewendiyan xwe dixebitîne."

Hecî Ehmed da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan destê aştiyê da tevahî cîhanê, lê dijminên mirovahiyê naxwazin aştiya ku wan tune dike, pêk were. Hecî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Dê rojeke were wê Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Çawa projeya biratiya gelan a ku Rêberî daye gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketiye û tevahî pêkhate di bin sîwanê wê de ewle dijîn, wê gelên şoreşger ên şopdarên xeta Rêbertî  jî bi ser kevin."

(bb)

ANHA