Li herêma Cizîrê projeyên ekolojîk

Li herêma Cizîrê gelek projeyên ji bo parastina ekolojî û hawîrdorê dest pê kirine. Gelek deverên xwezayî xistine ber parêzbendiyê û cihên bêhnvedanê tên avakirin.

Li herêma Cizîrê projeyên ekolojîk
19 îlon, 2023   00:35

Li herêma Cizîrê gelek cihên geştiyarî û seyranê hene. Li herêma Dêrikê Swêdîk, Heyaka, Eyn Dîwer, li Tirbespiyê jî Mizgeft û Meşûqê hene. Ev cih berê cihê bêhnvedanê bûn, lê di dema hikumeta Şamê de hatibûn paşguhkirin.

Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di sala 2014`an de li ser gelek projeyan kar dikin, ji wan projeyan bendava Mizgeftê û Meşûqê yên li Tirbespiyê ne ku gelek dar lê hatine çandin.

Ji bo qedexekirina nêçîra masiyan biryar hatine dayîn û hîna jî li ser van kar tê kirin da ku xwezaya wan bê parastin.

Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê bendava Meşûqê a Tirbespiyê wek cihê xwezayî yê bêhnvedanê diyar kir.

Di 2015`an de Rêveberiya Jîngehê bendava Mizgeftê ya li rojhilatê Tirbespiyê wek cihekî xwezayî ragihand. Li derdora bendavê nêzî 7 hezar dar hatin çandin. Her wiha li bendava Meşûqê jî 700 dar hatin çandin.

Li her du bendavan tov û bizirên zêdekirina masiyan hatin reşandin û nêçîra bêruxset hatiye qedexekirin.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê Azad Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Azad Îbrahîm diyar kir ku di 2015`an de li derdora bendavan dar hatin çandin. Azad got ew hewl didin Mizgeft û Meşûqê bibin cihê behnvedanê û seyranê û wiha dom kir: "Dema welatî berê xwe didin wan em kêfxweş dibin."

Azda bal kişand ser parastina bendavan û paqijiyê û wiha pê de çû: “Me ji bo parastina bendavan du malbat li wir danîne da ku li bendavan baldar bin, parastina ji nêçîra bêruxset bikin û daran av bidin.”

Azad Îbrahîm di dewama axaftina xwe bal kişand ser zêdekirina daran li bendava Meşûqê û got: "Di dema pêş de em ê derdora 2 hezar darên cur bi cur li bendava Meşûqê biçînin.”

Ji bo nêçîra masiyan û nêçîra bêruxset Azad got: “Bi taybet ji bo masiyan û nêçîra wan demek ji wan re hatiye diyarkirin. Her wiha ji bo zêdekirina masiyan li her du bendavan me bi alîkariya komeleyekê 2 hezar bizirên masiyan ji bo bendava Meşûqê û 2 hezar bizirên masiyan ji bo bendava Mizgeftê belav kirine û reşandine.”

Di dawiyê de Azad Îbrahîm got 2 salên borî baran kêm bû. Ji bo wê jî rêjeya avê di bendavan de kêm bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber kêmbûna baranê gelek zehmetî çêbûn, bi taybet ji bo avdana daran. Her wiha dê di dema pêş de temîrkirina bendavan dest pê bike."

ANHA