Li Hesekê û Reqayê xebatên şaredariyan

Şaredaryên gel ên Hesekê û Reqayê li gor plansaziya ku danîbû ber xwe kar gelek xebatên xizmetguzariyê pêk anîn.

Li Hesekê û Reqayê xebatên şaredariyan
19 îlon, 2023   01:39

Şaredariya Gel a Hesekê ji destpêka havîna 2023`yan ve û heta niha xebatên xizmetguzariyê li bajêr li gorî plansaziya danîbû pêşiya xwe pêk tîne. Di plansaziyê de, 32 projeyên ziftkirin û sererastkirina rêyan û avakirina torên kanalîzasyonê hene.

Li gor çavdêrên xebatan, heta niha 14 proje an ku ji sedî 45 plansazî pêk hatiye. Projeyên ku pêk hatine, ev in, rastkirina rêyên taxa Ezîziyê, Kelasê, Salihiyê, Dahiye, Miftî û Gundik bi kevirên şikandî û bermahiyan.

Şardariya Gel a bajêr, ji bo sererastkirina torên kanalîzasyonê li taxên Salihiye û Mişêrfê dixebite.

Şaredariyên gel ên bajarokên Sifiya û Til Bênder ên Şaredariya Gel a Hesekê rêyan bi kevirê şikandî û bermahiyan sererast dikin.

Endazyarê beşa lêkolînan a Şaredariya Gel a Hesekê Ehmed Şêxmûs diyar kir ku xebatên sererastkirina navînên kolanên bajêr berdewam in.

REQA

Li Reqayê jî, şaredariyê gelek projeyên xizmeguzariyê pêk anîn. Ji xebatên hatine pêkanîne, tora kanalîzasyonê ya kolana El Wadî û kolanên şaxî bi dirêjahiya hezar û 500 metre bi lûleyên betonê bi firehiya 60 sentîmetreyî guhertin.

Her wiha şaredariyê, tora kanalîzasyonê ya kolana taxa Kehrebe û konlanên wêy ên şaxî bi temam nû kirin. Şaredariyê tora kanalîzasyonê ya kolanên şaxî yên taxa Seyfudewle bi lûleyên nû ku firehiya wan 40 û 50 senîtmetre ye û dirêjahiya 500 metreyan guhert. 

Şaredariyê tora kanalîzasyonê ya kolana El Mensûr a bakurê xaçerêya 23 Sibatê bi dirêjeiya 750 metreyan, ya kolana El Muitez başûrê xaçerêya 23 Sibatê bi dirêjahiya 500 metre û kolana El Qîtar a li rex Mizgefta Şehîdan bi dirêjahiya 700 metreyan guhertin.

Şaredariya Gel a Reqayê beriya ku dest bi xebatên ziftkirina rêyan bike, li tevahî kolênn bajar projeyên sererastkirina kanalîzasyonan û ragaran pêk anî.

Bi havînê re, Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Daîreya Xebatên Fenî, dest bi ziftkirina rêyan kir.

Şaredariyê di vê xebatê de, 45 kolanên Reqayê yên sereke û şaxî wek kolana Çerxerêya Delê, kolana taxa El Mişleb, kolana Gerac, kolana çerxerêya El Saa, kolana Saqiye, kolanên şaxî wek kolana çerxerêya El Barazî, El Qîtar, taxa El Ferdos û kolanên şaxî yên taxê sererast kirin. Heta niha derdora 23 kolan zift kirin û zifitkirina rêyan hîna berdewam e.

Niha Şaredariya Gel a Reqayê kolanên taxên li derdora bajêr mîna taxa El Teyar û El Mişleb bi bermahiyan sererast dike.

Serokê Daîreya Teknîkî ya Reqayê endazyar Xelîl El Abo got, şaredarî, bi rêya nivîsgeha plankirin û lêkolînan amadekariya gelek projeyan dike

El Abo diyar kir ku Nivîsgeha Lêkolînan plansaziyeke kar ji bo daîreyên Şaredariya Gel danî da ku kêmasiyên dibe li pêşiya wan derkevin, derbas bikin û xebatên xwe temam bikin.

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CeI_Ugx1b7g?si=lvOl1FU74huAAk_-" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>