Hedefa pêşerojê ya Meclîsa Jinan a PYD’ê: Yekrêziya Jinan

Meclîsa Jinan a PYD’ê ku ji perwerde-rêxistinkirinê heta îradebûna jinan a di siyaset, dîplomasî û civakê de gelek kar meşandin, hewl dide bi yekrêziya jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de rola jinan derxe pêş.

Hedefa pêşerojê ya Meclîsa Jinan a PYD’ê: Yekrêziya Jinan
18 îlon, 2023   23:37

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo bi minasebeta 20’emîn salvegera damezirandina PYD’ê derbarê xebatên Meclîsa Jinan de ji ANHA’yê axivî.

Zehra Semo bibîr xist ku PYD’ê di kongreya xwe ya 5’an de pergala hevserokatiyê erê kiriye û pêk aniye. Zehra Semo da zanîn ku Meclisa Jinan ku 22 endamên wê hene jî sala 2018`an hatiye avakirin. 

Zehra Semo da zanîn ku meclîsa wan di nava vê demê de têkildarî maf, erk, berpirsyariyên jinan, di avakirina siyaset û civakek demokratîk, malbatek azad de rola jinan û têkoşîna dijî tundiyê gelek xebat meşandine; di vê çarçoveyê de jî jin perwerde û rêxistin kirine.

‘EM DENGÊ JINAN DIGIHÎNIN CÎHANÊ’

Zehrayê diyar kir ku meclîsa wan hewl dide dengê jinên li herêmên dagirkirî û pêkanînên dijî wan tên meşandin jî bigihîne tevahiya cîhanê; di vê çarçoveyê de komîteyên dîplomasî û ragihandinê ava kirine. Zehra Semo da zanîn ku wan bi gelek kesayetên navdar ên li derveyî herêmê re hevdîtin çêkirine û têkoşîna jinan, şoreşa Rojava-Bakûrê-Rojhilatê Suriyeyê û armancên wê ji wan re vegotine. Her wiha xwestine hevgirtina jinan xurttir bikin.

‘EM LISER ŞOPA PÊŞENGÊN XWE DIMEŞIN’

Zehra Semo destnîşan kir ku ew xebatên xwe li şopa şehîdên wekî Zeyneb Mihemed, Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) û bi hezaran têkoşeran têkoşîna xwe didomînin û li gorî plansaziyan pêk tînin. 

Zehrayê da zanîn ku di sala 2023`an de li gorî plansaziyên hatine derxistin wan xebat meşandine û wiha dom kir: “Me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e kar meşand. Di vê çarçoveyê de me hewl da ji bo tevahiya jinan, bi taybetî jinên Ereb civîn û panelan pêk çêbikin, wan agahdar bikin, bixin nava tevgerê. Têkoşîna dijî madyeyên hişbir û şertê taybet yek ji xebatên me yên girîng bû. Girêdayî mijarê me gelek kampanya meşandin. Meclis her 6 mehan carekê bi navên cuda kampanyayên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan çêdike. Belavok tên belavkirin, semîner, panel û civînên gel tên lidarxistin.”

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya jinên Suriyeyê kir ku li dora armancên hevbeş kom bibin, nîqaş û nêrînên xwe bikin yek, ji bo nivîsandina destûreke nû ya Suriyeyê kar bimeşînin û azadiya jinan pêk bînin.

(şx)

ANHA