Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî

Bi pêşengiya jinên ciwan, bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê ji bo azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî
18 îlon, 2023   18:45

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyan li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl, partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi sedan şêniyên Tebqayê ji taxa Ewel dest bi meşê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hatin hildan. Her wiha pankartên "Bi Jin, Jiyan, Azadî re serbixe azadî" hatin vekirin. Meş li ber avahiya Yekitiya Xwendekarên Demokrat veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin.

Piştre endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Aya Silêman axivî, bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze îradeya gelên azadîxwaz bişkîne.

Aya Silêman li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk ji Rêber Abdullah Ocalan re şandine û wiha domand: "Her kes dizane dewleta Tirk û çeteyên wê nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re şandin. Êdî armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ji her kesî re aşkere ne ku dixwazin gelan tune bikin. Lê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên asêmayî yên Rojhilata Navîn re çareserî ye, her wiha rêya xilaskirina civakan ji zihniyeta desthilatdar û koledariyê ya dewletê ye."

Aya Silêman anî ziman ku Rêbertî girtîgeha Îmraliyê veguherandiye dibistaneke fikrî, serî ji dewletên kapîtalîst re xwar nekir û ramanê wî li tevahî cîhanê belav bû.

Aya destnîşan kir ku êrişên dagirkeran ên li ser gerîlayan bi bin ketin û da zanîn ku gerîla îradeya xwe ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan girtiye û ev îrade ji dîroka dewleta Tirk a dagirker mezintir e.

Aya Sêlman got, ew ê xeta şehîdan dişopînin, destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin da azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

(bb)

ANHA