CTG: Di êrişa li Erbetê de 3 endamên me şehîd bûn

Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) ragihand ku di êrişa li balafirgeha çandiniyê ya Erbetê de 3 endamên Dijî Terorê jiyana xwe ji dest dane û 3 endamên din birîndar bûne.

CTG: Di êrişa li Erbetê de 3 endamên me şehîd bûn
18 îlon, 2023   18:05

Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê Kurdistanê (CTG) têkildarî êrişa îro ya li dijî balafirgeha çandiniyê ya Erbetê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ku di êrişa li balafirgeha çandiniyê ya Erbetê de 3 endamên Dijî Terorê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Îro (18.09.2023) di saetên piştî nîvro de balafirgeha çandiniyê ya Erbetê ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê dagirker û nehezên aramiya ewlehiya Herêma Kurdistanê ve bi balafira bêmirov hate bombebarankirin. Di êrişê de mixabin sê hevalên me û pêşmergeyekê qehreman şehîd bûn û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.”

Rêveberiya Dijî Terorê ragihand ku wan der barê êrişa terorî de lêkolîn û lêpirsîn destpê kiriye û got; “Êrişkar û sixûrên di vê êrişê de cih girtine wê bê ceza nemînin. Tola şehîdên me erkê me ye û em nahêlîn xwîna wan vala biçe.”

Her wiha Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Kurdistanê da zanîn ku li gel diyarkirina xemginiya xwe, sersaxî li malbatên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û daxwaza başbûna lezgîn ji birîndaran re xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, ji ber silametiya lêkolîna li ser bûye hatiye destpêkirin ew ê agahiyên niha aşkera nekin û di rojên pêş de ew ê der barê êrişê de ji raya Kurdistan û cîhanê re bi awayek berfireh bidin.