Dewleta Îranê di salvegera serhildanê 700 kes binçav kirin

Dewleta Îranê di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de herî kêm 700 xwepêşandêr binçav kirin.

Dewleta Îranê di salvegera serhildanê 700 kes binçav kirin
18 îlon, 2023   13:53

Di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî de,  li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran kes daket kolanan. Di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê hat zanîn ku polîsan êrişî çalakiyan kiriye û herî kêm 700 kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku malbatê kesên hatin binçavkirin xwestine derbarê binçavkirinê de agahî werbigirin lê agahî nedane wan.

Hat ragihandin malbatên li Tahranê li ber qereqolê rawestiya bûn bi êrişa hêzên rejîmê re rû bi rû man û di êrişê de gelek kes birîndar bûn.