Bi hezaran kes li hember guhertina avhewayê daketin kolanan

Beriya destpêkirina civîna Neteweyên Yekbûyî bi deh hezaran kes li New Yorkê meşiyan û xwest di mijara guhertina avhewayê de bêhtir bergirî bêne girtin.

Bi hezaran kes li hember guhertina avhewayê daketin kolanan
18 îlon, 2023   09:56

Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yebkûyî (NY) bi 2 rojan, roja yekşemê bi deh hezaran kes daketin kolanên New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û di mijara guhertina avhewayê de banga çalakiyên xurttir kir.

Di çalakiyê de ku nêzî 700 rêxistin û komên aktîvîst beşdar bûn, pankartên "Biden dawî li sotemeniya fosîl bîne", "Sotemeniya fosîl me dikuje" û "Min ji bo şewat û lehiyê deng neda" hatin hildan.

Civata Giştî ya NY’yê dê roja sêşeme dest pê bike. Serokê DYA`yê Joe Biden jî di lîsteya rêveber de cih digire.