​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Eyman Çolê 17`ê Îlonê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
18 îlon, 2023   09:53

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku Eyman Çolê di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de 17`ê Îlonê şehîd bûye.

Her wiha navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî jî parve kirin: “Eymen Çolê duh yekşemê 17`ê Îlonê dema erka xwe ya pîroz ji bo parastina ewlehiya gel û axa xwe bi cih dianî, di seyareya xwe de bû hedefa balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker û di encamê de şehîd bû.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Eyman Çolê

Navê Bav: Ehmed

Navê Dayikê: Sûad

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Qamişlo, 05.04.2013

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 17.09.2023

(şx)