NY: Di lehiya li Lîbyayê de bîlançoye miriyan  bû 11 hezar û 300

NY′yê ragihand ku di lehiya li bajarê Dernayê yê li rojhilatê Lîbyayê de 11 hezar û 300 kes mirine.

NY: Di lehiya li Lîbyayê de bîlançoye miriyan  bû 11 hezar û 300
17 îlon, 2023   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî NY′yê ku agahiyên xwe dispêre Heyva Sor a Lîbyayê, di lehiya li bajarê Dernayê yê rojhilatê Lîbyayê de 11 hezar û 300 kes mirine.

Nivîsgeha Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî  da zanîn ku hîna 10 hezar û 100 kes winda ne û li derveyî Dernayê jî 170 kesan jiyana xwe ji dest da.

Nivîsgehê diyar kir ku bi lêgerîn û rizgarkirina welatiyan re tê texmînkirin ku mirî zêde bibin. Her wiha ji ber xeteriya mayînên ku dibe lehiyê bi xwe re rakiribin, hişyarî da. 

NY′yê ragihand ku li bajarê Dernayê aloziya ava vexwarinê derketiye û bi kêmanî 55 zarok ji ber vexwarina ava qirêj bi jehrî ketine.

Nivîsgehê destnîşan kir ku piştî hefteyekê ji bahoza Danîalê ya li bakur-rojhilatê Lîbyayê hîna rewş mirovî krêt e.

(fr)