Gelên Cizîrê dijî tecrîd, dagirkerî û nokeriyê liser piyan e

Gelên Herêma Cizîrê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê û hevkariya bi dagirkeran re, bi civîn, vekirina konan û meş-daxuyaniyan li qadan e. 

17 îlon, 2023   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê dijî sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medya, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê didomîne û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re bernameya rêzeçalakiyan derxist.

AGAHDARKIRINA GEL Û AMADEKARIYA ÇALAKIYAN

Li gorî bernameya ku 10’ê îlonê (2023) destpê kir, konên çalakiyê tên vedan û meş tên lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên van çalakiyan de jî, li taxan civînên gel tên lidarxistin. Di civînên ku bi sedan welatî tevlî dibin de, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hevkariya ku PDK dide dewleta Tirk de agahdarî tê kirin. Her wiha li hemberî planên qirêj, êrîş û nokeriyê li ser girîngiya yekrêziya gel, têkoşîna yekpare û parastinê tê rawestîn.

DÊRIK, QAMIŞLO, DIRBÊSIYÊ, HESEKÊ

Di çarçoveya bernameya ku hefteya yekem a îlonê hatiye derxistin de li Dêrik, Qamişlo, Dirbêsiyê û Hesekê çalakiyên vegirtina konan û meş hatine plankirin.  Li Dêrikê 10’ê îlonê çadır hat vedan û 2 rojan vekirî man. 11’ê îlonê jî bi beşdariya sedan kesan meş hat lidarxistin.  

Li Dirbêsiyê konê çalakiyê duh (16 îlon) hat vedan. Çalakiya çadirê wê îro bi meşeke girseyî bidawî bibe. Meş wê saet 17.00’an de destpê bike û çav li rê ye ku ji gund û bajarokên derdorê jî bi sedan kes tevlî bibin.

QAMIŞLO AMADEKARIYÊN 23-24’Ê ÎLONÊ DIKE 

Li bajarê Qamişlo di çarçoveya plansaziyê de wê 23’yê îlonê kon bê vedan û 24’ê îlonê jî meşek mezin were lidarxistin. Ji bo amadekariyên çalakiyan jî, li taxên bajar civînên gel tên lidarxistin. Heta niha li taxên Xerbî, Qudurbeg, Enteriyê, Kornîş û Hilêliyê civînên gel hatine lidarxistin. Her wiha dê li gund û bajarokên derdorê jî civîn werin çêkirin. Di civînên ku bi sedan kes tevlî dibin de, banga beşdarbûna meşa 24’ê îlonê tê kirin.   

Konê çalakiyê wê 23’yê îlonê li Stadyuma 12’yê Adarê were vedan. Meş jî wê 24’yê îlonê pêk were. Ji bajarokên Til Birak, Til Hemîs, navçeyên Tirbespiyê û Amudê jî wê gelek kes tevlî çalakiyan bibin.

ÇALAKIYA HESEKÊ 26-27’Ê ÎLONÊ YE

Li gorî bernameyê çalakiya dawî wê li Hesekê çêbibe. Roja 26’ê îlonê wê kon bê vedan, 27’ê îlonê jî meşek mezin were lidarxistin. Di çarçoveya plansaziyê de li bajar amadekarî û banga tevlîbûnê tên kirin.

ANHA