​​​​​​​'Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin’

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê şermezar kirin û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.

​​​​​​​'Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin’
16 îlon, 2023   23:35
TEBQA

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Hena Meşel der barê tecrîdê de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dike. Bi wê yekê tevahî peymanên navneteweyî û mirovî binpê dike û cezayên derexlaqî û dermirovî li ser Rêbertî ferz dike."

Hena wiha domand: "Ev ceza li dijî tevahî pergal û qanûnên taybet ên têkildarî girtiyên siyasî ne. Lê cîhan bê deng e, mîna ku şirîkê vê komployê ye. Ruxmî em ji israr û berxwedana Rêber Apo bawer in, lê berxwedana ku ew raber dike ji bo tevahî gelê herêmê peyameke pîroz e."

Hena fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di birêxistinkirina civakê de silav kir û got fikra wî ya erênî bandoreke mezin li ser civakê kir, bi taybet li ser jinan û wiha pê de çû: "Ji ber fikra Rêber Apo dewleta Tirk tecrîda li dijî wî giran kiriye."

Hena wiha anî ziman: "Ji bo rizgarkirina xaka xwe û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em berxwedan û têkoşînê mezin bikin."

Li aliyekî in jî endama meclisê Şehed El Elî wiha got: "Ji dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ve, dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcên xwe nesekinandine; nahêle parêzer û malbat pê re bicivin û tecrîdê giran dike."

Şehed siyaseta li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya cîhanê şermezar kir û got ev nîşaneya mezin a tevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî Rêber Ocalan û gelê herêmê ye.

Şehed diyar kir ku ji bo sekna li hember siyasetên rejîmên hewl didin fikra azad û demokratîk biçewisînin pêdivê bi hevgirtin û girêdana bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve heye, da ku destkeftiyên şoreşê yên bi fedakariya şehîdan pêk hatine werin parastn.

Şehed wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xelasiya ji dewleta Tirk a dagirker têkoşînê bilind bikin û berxwedanê mezin bikin."

(fr)

ANHA