Wêneya Jîna Emînî li Parka 4`ê Nîsanê ya Hesekê

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîn, wêneya wê li ser dîwarê Parka 4`ê Nîsanê ya taxa Mişêrfe ya Hesekê xêz kir.

Wêneya Jîna Emînî li Parka 4`ê Nîsanê ya Hesekê
16 îlon, 2023   19:06
HESEKÊ

Jîna Emînî 16`ê Îlona 2022`yan di bin îşkenceyê de hate qetilkirin, piştî ku ji aliyê polîsa exlaqê ya Îranê ve hate girtin.

Ji ber wê, li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê serhildan dest pê kir.

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî, wêneya wê li ser dîwarê Parka 4`ê Nîsanê ya taxa Mişêrfe ya Hesekê xêz kir.

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, li parkê kom bûn û bi vê boneyê daxuyaniyek da.

Endama rêveberiya yekitiyê Mîdye Ebdurehman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em Jîna Emînî bi bîr tînin ku bi destê desthilata baviksalarî ya Îranê hate kuştin. Ji bo bîranîna salvegera kuştina wê ya yekemîn, me wêneya wê li parka Rêber Abdullah Ocalan xêz kir.

Ne tenê li Îranê lê belê li seranserî cîhanê kuştina Jîna Emînî, şoreşek bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir.

Desthilata Îranê ol ji xwe re kiriye mertal, ji bo ku mafên jinan li Îranê bin pê bike.”

Di dawiya çalakiyê de, jinan şerpên li ser serê xwe, ji xwe kirin û şewitandin.

(şx)

ANHA