​​​​​​​Endama KJAR`ê: Gelê Rojhilat xwe ji bo çalakiyên nû amade dike

Endama KJAR`ê Medya Rojhilat diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gav paşde neavetine xwe ji bo çalakiyên nû amade dikin û got: ′Dewleta Îranê ji bo pêşîgirtina li çalakiyan dixwaze êrişekê pêk bîne.”

​​​​​​​Endama KJAR`ê: Gelê Rojhilat xwe ji bo çalakiyên nû amade dike
17 îlon, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN / CÎHAN BÎLGÎN

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê Medya Rojhilat derbarê salvegera yekemîn şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir ji ajansa me re axivî.

`YEKGIRTINA GEL REMZA SERKEFTINÊ YE`

Medya Rojhilat anî ziman ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yekgirtina gelan ava kir ku ev serkeftina esasî ye. Medya diyar kir ku ev hevgirtin bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê şoreşa jinê çêbû. Jin karibû li Îranê yekgirtinekê saz bike. Bi salane siyaseta ku rejîma Îranê dida meşandin nedihişt ku gel bê cem hev. Ev pêşketineke gelekî mezin e û remza serkeftinê ye. Rejîma Îranê gel ji hev qût kiribû û nefretek ava kiribû. Bi qetilkirina jina Kurd Jîna re, bi dirûşma `Jin Jiyan Azadî` alternatîfek ava kir. Ev felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku gel li hember desthiladariye yekitiya xwe ava bike. Ev di encama felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çêbûye. Dibe ku Serokê me di zindanê de ye lê fikrê wî dijî û azad e. Ev hêza Serokê me ye. Alternatîfa ku pêşkêş kiriye ne tenê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikare hemû cîhanê biguherîne. Bi vê re hêza Îranê  vala hate derxistin. Bi salan me digot hêza jin çareserî ye. Ev Îranê de dîsa derket holê.”

TEVGER Û ÊRIŞÊN ÎRANÊ

Medya Rojhilat diyar kir ku êrişên dewleta Îranê yên li ser xwepêşandanan zêdetir bûne, di heman demê de kontrolek mezin di nav bajaran de hatiye çêkirin û got: “Ji roja çalakiyan ve heta niha dewleta Îranê heman siyasetê dide meşandin. Êriş û gefên li ser jinan, malbatên şehîdan, li ser girtiyan hene. Siyaseta yekemîn a Îranê kuştin, bedengkirin û tirsandina gel e ku Îran xwe nade ber çareseriyê. Tevgera balafiran li ser bajaran heye û kontrolek gelek zêde heye. Bajar bûne qada şer ku her tiştê şer lê tên dîtin. Her wiha tevgera wan li ser sînor li dijî partiyên Kurd heye. Bi van polîtîkayan re dixwaze gelê Kurd di Îranê de reş bike û wekî sedema êrişan nîşan bide. Lê gel êdî ji van siyasetan natirse. Rejîma Îran gelekî ditirse ku nemîne. Her çalakî fireh dibin êrişên xwe jî zêdetir dikin. Gel bi yek dengî dibejin `em azadî û wekheviyê dixwazin.”

`GEL WÊ RÊBAZEKÊ GELEKΠBAŞ NÎŞAN BIDE′

Endama KJAR`ê Medya Rojhilat destnîşan kir ku gel xwe ji bo çalakiyan amade dike û dewleta Îran jî amadekariya êrişên nû dike û got: “Dibe ku çalakî ne wekî roja yekem in. Ji ber gelek kes hatin qetilkirin û girtin. Lê gel xwe amade dike û wê rêbazekî gelekî baş xwe nîşan bidin. Ev çalakî destpêkê li ser asta bajarekî bû lê paşê li her cihî belav bû. Niha jî çalakvan gav paşde neavetine û wê teqez serkeftinê bînin. Ji bo salvegera yekemîn a şoreşa Rojhilatê Kurdistanê gelê Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Ewropa xwe ji bo rêze çalakiyan amade dike. Ji bo pêşîgirtina li çalakiyan dewleta Îran dixwaze êrişeke pêk bîne. Lê ev jî pêşiya amadekariyan nagire. Beriya niha jî li Îranê gelek çalakî çêbûn lê ya vê carê gelekî cûda ye. Gel komalgeheke demokratîk bi rengê jinê dixwazin. Rejima desthiladar êdî nayê qebûlkirin, divê bê guhertin. Ger rejîm xwe biguherînê wê rejîma Îran namîne. Ji ber rejîm dijî demokrasiyê ye, bi vê siyasetê rejîm jî nikare bimeşe. Divê hemû jinên cihanê li derdora `Jin Jiyan Azadî` yekitiya xwe çêbikin û bi rihê rizgarkirina Kobanê em dawî li desthiladariyê bînin.”

ANHA