Ji Malî, NÎjer û Borkîna Fasoyê lihevkirineke ewlehiyê

Malî, Nîjer û Borkîna Faso lihevkirineke ewlehiyê îmze kir û soz dank u alîkariya hev bikin dema serhildanek yan jî destwerdanek derve çêbibe.

Ji Malî, NÎjer û Borkîna Fasoyê lihevkirineke ewlehiyê
16 îlon, 2023   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî lihevkirinê ku bi navê Hevalbendiya Dewletên Bendavê hate naskirin; her destwerdanek li dijî serdestî û axa aliyeke lihevkirinê, dê li dijî aliyên din bi heman şiklî were dîtin.

Dewletên din dê piştgiriya takakesî yan jî komî pêşkêş bike di nav de bi karanîna hêza çekdarî heye.

Ji ber derbeya li Nîjerê, alozî di navbera her sê dewletan û koma aborî ya dewletên rojavayê Afîrkayê (ECOWAS) de çêbû ku gef xwaribû dê bi hêzê desthilata destûrî li welêt vegerîne.

Her wiha Maliyê û Borkîna Faso, soz dank u piştgiriya Nîjerê bikin heke rû bi rûyî êrişekê ma.

Serokê meclisa leşkerî ya Maliyê Assimi Goita li ser hesabê xwe yê X wiha nivisî: “Îro min bi serokê Borkîna Faso û Nîjerê mîsaqê Liptako-Jorma îmze kir ji bo ku hevalbendiya dewletên bendavê û çarçoveyeke parastina komî û alîkariyê, ava bikin.”

Her sê dewlet, endamên hêza hevbeş a hevbendiya koma bendavê G 5 bûn ku tevî wan Çad û Morîtanya hene. G5 sala 2017`an li hember êrişên komên terorîst hatibû avakirin.