Ukrayna: Dê 2 keştiyên barhilgir dan bibin Afrîka û Asyayê

Ukraynayê ragihand ku 2 keştiyên barhilgir berê xwe dane benderên Ukraynayê yên li ser Deryaya Reş ji bo ku dan bar bike û bibe sûkên Afrîka û Asyayê bi rêya korîdorê deryayî ya demkî.

Ukrayna: Dê 2 keştiyên barhilgir dan bibin Afrîka û Asyayê
16 îlon, 2023   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutress`ê ku agahiyên xwe spartin serokwezîrê Ukraynayê Alxender Kobrakov, ragihand ku 2 keştiyên barhilgir bi rastî di rê de ber bi benderên Ukraynayê yên li ser Deyaya Reş da ku derdora 20 hezar ton genim bar bike û bibe Afrîka û Asyayê.

Ukrayna meha borî ragihandibû ku wê korîdoreke mirovahiyê li Deryaya Reş li nêzî Romanya û Bulgaristanê dabîn kiriye da ku keştiyên li benderên wê ji destpêka êrişa Rûsya li dijî Ukranayê asê mane, biçin rêyê xwe. Ukrayna armanc dike ku ji dorpêça li ser hatiye ferzkirin xilas bibe ku di encama vekişîna Rûsyayê ji lihevkirina dan de çêbûye. Lihevkirina dan, dihişt ku Keiv berhemên xwe yên xurek bişîne derve.